RAPOR - Qalîbaf di hewlên aştiyê yên Trump de bûye aktorê sereke

Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî raporeke nû, Serokê Parlamentoya Îranê Mihemed Baqir Qalîbaf wekî kesayetiyeke navendî di hewlên Serokê Amerîkayê Donald Trump ên ji bo gihîştina rêkeftineke aştiyê de derketiye pêş.

Di demekê de ku Şerê Îran – Amerîka û Îsraîlê ketiye roja xwe ya 29an, Tehran bi fermî hewlên Washingtonê red dike.

Lê belê Qalîbaf daxwaza xwe ya ji bo diyalogê nîşan daye. Berpirsekî Îranî û yekî Îsraîlî ji malpera Axiosê re ragihandiye ku Nûnerê Amerîkayê yê Kar û Barên Rojhilata Navîn Steve Wittkoff û Jared Kushner bi Qalîbaf re di nav peywendiyê de ne.

Berpirsên Îranî dan û standinên Qalîbaf ên bi Amerîka û Îsraîlê re  red dikin.

Qalîbaf kî ye?

Qalîbafê 64 salî ye kesayetiyekî tundrew e û ji sala 2020an ve Serokê Parlamentoyê ye. Rabirdûyeke wî ya berfireh heye:

  • Fermandarê berê yê Supaya Pasdaran bûye.
  • Serokê Polîsê Îranê bûye.
  • Şaredarê Tehranê bûye.
  • Xwediye doktoraya cografyaya siyasî ye û pîlot e.

"Xewna Napolyonî heye"

Dîroknas û Birêvebirê Navenda Lêkolînên Îranî ya li Zanîngeha Stanfordê Ebas Mîlanî ji Axiosê re diyar kir ku Qalîbaf "namzedê her tim windakirî yê serokatiyê ye.”

Qalîbaf çar caran (2005, 2013, 2017 û 2024) xwe ji bo serokatiyê namzed kiriye lê bi ser neketiye.

Mîlanî diyar dike ku Qalîbaf kesekî "zordest" e û xeyala wî heye ku bibe "Napolyonê Îranê.”

Li gorî Mîlanî, niha ku Îran li ber hilweşînê ye, xewna Qalîbaf a ji bo gihîştina lûtkeya desthilatê ducare geş bûye.

Zextên li ser xwendekaran û tawanên gendeliyê

Qalîbaf ji ciwaniya xwe ve di nav Supaya Pasdaran de bûye û sala 1997an bûye Fermandarê Hêza Asmanî ya Pasdaran.

Mihemed Baqir Qalîbaf di serkutkirina xwendekaran a sala 1999an de roleke sereke lîstiye û bi şanazî gotiye, "Ez li ser kolanan bûm û ez şanaz im ku di nav wan de bûm ku bi daran li xwendekaran dixist."

Di dema şaredariya Tehranê de (2005-2017) jî, Qalîbaf bi gendeliyê hatibû tawanbarkirin ku zevî û milkên biha yên li bakurê Tehranê bi bihayekî erzan firotine berpirsên hikûmetê.