Hewlêr (Rûdaw) - Hûsiyên Yemenê yên ku Îran piştgiriya wan dike, cara ewil piştî destpêkirina şerê Amerîka û Îsraîlê yê li dijî Îranê, bi mûşekên balîstîk êrişî Îsraîlê kirin.
Berdevkê Leşkerî yê Hûsiyan Yehya Serî ragihand ku wan bi mûşekên balîstîk "baregehên leşkerî yên giring" ên li başûrê Îsraîlê armanc kirine.
Serî di konferabsa rojnamegeriyê de got, "Heta ku êrişên li dijî Îran û hemû Eniyên Berxwedanê rawestin, em dê êrişên xwe bidomînin."
Artêşa Îsraîlê piştrast kir ku mûşekek ji Yemenê hatiye avêtin lê wan ew li asman pûç kiriye.
Di êrişê de ti zirarên canî çênebûne. Li bajarê Beerşeba û derdora navenda lêkolînên atomî zengilên hişyariyê hatin lêdan.
Vê gava Hûsiyan nîşan da ku şer ber bi hemû herêmê ve belav dibe.
Berê hevalbendên Îranê yên li Îraq û Libnanê tevlî şer bûbûn.
Yehya Serî hişyarî da ku eger welatên din tevlî hevpeymaniya li dijî Îranê bibin, ew amade ne rasterast destwerdanê bikin.
Berpirsê Hûsiyan her wiha wî got ku ew rê nadin Deryaya Sor ji bo êrişên li dijî Îranê were bikaranîn.
Hûsiyan piştî êrişa 7ê Cotmeha 2023yan a li ser Îsraîlê jî li Deryaya Sor êrişî keştiyên bazirganiyê dikirin.
Piştî agirbesta Çiriya Pêşîn a 2025an a di navbera Îsraîl û Hemasê de, wan êrişên xwe sekinandibûn lê bi vê êrişa nû re, wan ducare eniya şer fireh kir.
#WÊNE - Husiyan êrişî Îsraîlê kir
— RudawKurdi (@RudawKurdi) March 28, 2026
💢 Husiyan ji destpêka êrişên Amerîka û Îsraîlê yên li Îranê ve, cara yekem e ji Yemenê mûşek avêtin Îsraîlê pic.twitter.com/7bDkYEBJ6p
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse