EREBISTANA SIÛDÎ - 12 leşkerên Amerîkayê birîndar bûn

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Erebista Siûdî Amerîka Îran Îsraîl Hûsiyên Yemenê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Berpirsên Amerîka û Erebistana Siûdî diyar kir ku roja înê mûşekeke Îranê li Baregeha Asmanî ya "Şah Siltan" a li Erebistana Siûdî ketiye.

Di encama vê êrişê de ku dronên bombekirî jî tê de hatibûn bikaranîn, 12 leşkerên Amerîkayê jî birîndar bûne û zerer gihîşt çend balafirên petrolê yên Amerîkayê.

Hûsiyên Yemenê tevlî şer bûn

Artêşa Îsraîlê berê sibehê roja şemiyê daxuyand ku mûşekekî ji Yemenê hatibû avêtin dîtine.

Pişt re saet li dora 10:00an, Hûsiyan ragihand ku ew tevlî şer bûne û wan êrişî Îsraîlê kiriye.

Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) doh eşkere kir ku piştî derbasbûna çar hefteyan di ser Şerê Îranê re hejmara leşkerên Amerîkî yên birîndar ji 300 kesî derbas bûye.

Pentagon niha li ser şandina 10 hezar leşkerên din ên bejayî ji bo Rojhilata Navîn lêkolînê dike.

Pirsgirêka 'baca Hurmizê' û dawiya şer

Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Marco Rubio diyar kir ku astengiya herî mezin a piştî şer, rêlibergirtina standina "baca derbasbûnê" ye ku Îran ji keştiyên di Tengava Hurmizê re derbas dibin dixwaze.

Rubio li Fransayê ev gava Îranê wekî deryasayî û "ji bo cîhanê metirsîdar" bi nav kir.

Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê her wiha pêşbînî kir ku şer dê 2 heta çar hefteyên din bidome.

Êrişa sîber û bandora aborî

Her çi qas Donald Trump biryar da ku ji bo dan û standinan êrişên li ser sektora enerjiyê ya Îranê bi awayekî demkî bisekinîne jî, bihayê bermîla petrola xav ji 100 dolarî derbas bû.

Her wiha bazara pişkan a Amerîkayê daket.

Di heman demê de, komeke sîber a hevalbendên Îranê ragihand ku wan karî e-maila taybet a Birêvebirê FBIyê Kash Patel hak bikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst