Civîna berê ya wezîrên karên derve yên Misir, Tirkiye û Erebistana Siûdî\ Wêne: Arşîv
Hewlêr (Rûdaw) - Hikûmeta Pakistanê ragihand ku Wezîrên Karên Derve yên Pakistan, Misir, Tirkiye û Erebistana Siûdî dê li Îslamabadê dicivin da ku şerê Rojhilata Navîn gotûbêj bikin.
Li gorî daxuyaniya hikûmeta Pakistanê, Wezîrê Karên Derve yê Pakistanê Îshaq Dar hevpostên xwe vexwendine Îslamabadê.
Wezîr dê rojên yekşem û duşemê li paytexta wî welatî bin.
Wezareta Karên Derve ya Pakistanê got, “Di vê serdanê de, wezîr dê li ser çend mijaran bi hûrgulî biaxivin, di nav wan de hewlên ji bo kêmkirina rageşiya li herêmê hene."
Her wiha biryar e wezîr bi Serokwezîrê Pakistanê Şehbaz Şerîf re jî bicivin.
Çavkaniyekê ji wezaretê re got ku civîna çargoşeyî dê roja duşemê were lidarxistin.
Rola Pakistanê ya wekî navbeynkar
Bi berdewamiya şer re Pakistan wekî navbeynkarekî sereke di navbera Îran û Amerîkayê de derketiye pêş.
Îslamabad peyaman di navbera her du aliyan de vediguhêze.
Pakistan hem bi Tehranê re û hem jî Welatên Kendavê re xwedî pêwendiyên dîrokî û bihêz e.
Her wiha pêwendiyên Şehbaz Şerîf û Fermandarê Artêşa Pakistanê Asim Munir ên bi Donald Trump jî re gelekî baş in.
Guherîna cihê civînê
Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan diyar kir ku di destpêkê de biryar bû civîn li Tirkiyeyê were kirin.
Hakan Fîdan her wiha roja înê got, "Ji ber ku pêdivî bû hevpostên me yên Pakistanî li welatê xwe bimînin, me cihê civînê guherand û me bir Îslamabadê."
Îhtimala hevdîtina rasterast a Îran û Amerîkayê
Li aliyê din, Wezîrê Karên Derve yê Almanyayê Johann Wadephul ragihand ku ew pêşbînî dikin "di demeke nêzîk de" li Pakistanê hevdîtineke rasterast di navbera nûnerên Îran û Amerîkayê de pêk were.
Her çi qas Tehranê heta niha dan û standinên fermî yên bi Washingtonê re red kirine jî, ajansa nûçeyan a Tasnimê ya Îranê li ser zarê çavkaniyekê belav kir ku Îranê bi rêya Îslamabadê bersiva xwe ya ji bo plana 15 xalî ya Donald Trump şandiye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse