Şerê bi Îranê re: Ziyanên giran gihiştin balafir û pergalên Amerîkayê

Hewlêr (Rûdaw) - Ji dema ku Amerîka û Îsraîlê dest bi lêdana bi hezaran armancên li nav axa Îranê kiriye, bi bihayê milyaran dolarî kel û pel û çekên bipêşketî yên leşkerî yên Amerîkayê ji holê hatine rakirin yan jî ziyanên mezin dîtine.

Zêdetirî van ziyanên leşkerî ji ber mûşekên balîstîk û dronên Îranê yên bombebarkirî çêbûne.

Mesrefa sê hefteyên ewil ên şer

Berpirsa berê ya bilind a budceyê ya Pentagonê Elaine McCuskerê ji rojnameya Wall Street Journalê re ragihand, mesrefa ziyan û cihgirtina kel û pelên ji nav çûyî di sê hefteyên ewil ên şer de di navbera 1,4 milyar û 2,9 milyar dolaran de ye.

Pentagonê ji bo dagirtina van kêmasiyan û domandina operasyonan, daxwaza budceyeke temamker a 200 milyar dolarî ji Koşka Spî kiriye.

Balafirên şer û bûyerên qezayê

Di nava vê mehê de çendîn balafirên şer ên biha ketine xwarê yan jî têk çûne:

- 1ê Adarê, balafireke F/A-18 a Kuweytê bi xeletî sê balafirên F-15E yên Amerîkayê xistin xwarê. Bihayê her balafireke nû ya ji vî cureyî nêzîkî 100 milyon dolarî ye.

- 19ê Adarê, balafireke bipêşketî ya cureyê F-35A neçar ma ku bi awayekî awarte dakeve û Îran dibêje ku wan lê daye. Bihayê vê balafirê 82,5 milyon dolar e.

Balafirên sotemeniyê

12ê Adarê, du balafirên sotemeniyê yên cureyê KC-135 li esmanê Îraqê li hev qelibîn û 6 endamên tîmê mirin.

Her wiha, 5 balafirên din ên heman cureyî di êrişeke mûşekî ya Îranê de ya li ser baregeha (Şah Siltan) a li Erebistana Siûdiyeyê ziyan dît.

Ji ber ku ev balafir êdî nayên hilberîn, Pentagon dixwaze balafirên nû yên KC-46 Pegasus bixe şûna wan ku bihayê her yekê 165 milyon dolar e.

Dronên MQ-9; Nêçîreke hêsan

Heta niha zêdetirî 12 dronên cureyê MQ-9 Reaper têk çûne ku herî kêm 8 ji wan bi mûşekên Îranê li esman hatine xistin.

Pentagon dixwaze modela nû ya MQ-9B dabîn bike ku bihayê her yekê digihe 30 milyon dolarî.

Keştiyên balafirhilgir û radarên biha

Keştiya Gerald Ford: Her çi qas di şer de nebûbe jî, 12ê Adarê di nav vê keştiya balafirhilgir de agir derket û niha ji bo temîrkirinê li Xirwatistanê ye.

Radara THAAD: Îranê karî li radara pergala parastinê ya "THAAD"ê ya li Urdinê bixe ku mesrefa wê 300 milyon dolar e.

Radarên Siûdiye û Qeterê: Yek ji ziyanên herî mezin, lêdana radara hişyarkirina pêşwext a Qeterê (AN/FPS-132) a li baregeha "Udeyd"ê bûye. Mesrefa wê radarê bi tenê nêzîkî 1 milyar dolarî ye.

Ev ziyanên giran di demekê de ne ku Îran ji bo rawestandina çûn û hatina deryayî û lêdana baregehên leşkerî yên Amerîka û hevalbendên wê, bi awayekî berdewam mûşek û dronên xwe bi kar tîne.