Amerîkayê amarên nû yên Operasyona Xezeba Destanî belav kirin

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Amerîka CENTCOM Şer Îran
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM)  di mehekê de 11 hezar cih li Îranê bombebaran kirin.

Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê amarên nû yên "Operasyona Xezeba Destanî" belav kirin.

Li gorî amaran, di dema meheke şer de derbên kujende li binesaziya leşkerî û ewlehiyê ya Komara Îslamî ya Îranê hatine xistin û 11 hezar cih hatine armancgirtin.

Operasyona Xezeba Destanî

Operasyona Xezeba Destanî roja 28ê Sibata 2026an, saet 01:15ê berê sibehê bi fermana Serokê Amerîkayê dest pê kir.

Armanca sereke ya vê operasyonê, têkbirina dezgehên ewlehiyê yên rejîma Îranê û têkbirina wan cihan e ku gefa wan a bilez heye.

Amarên êrişan

Li gorî daxuyaniya CENTCOMê, qebareya êrişan bi vî rengî ye:

Cihên ku hatine armancgirtin: Zêdetirî 11 hezar hedef di nav axa Îranê de hatine bombebarankirin.

Geştên şer: Zêdetirî 11 hezar caran balafirên şer firiyane.

Zererên deryayî: Zêdetirî 150 keştî, keştiyên binavî û belemên şer ên Îranê hatine têkşkandin an jî zerereke giran dîtine.

Cihên ku bûne hedef

Hêzên Amerîkayê di vê operasyonê de bala xwe daye ser têkbirina movikên hestiyar ên artêşa Îranê.

Di nav wan de ev hene:

Navendên fermandarî û kontrolê, baregeh û navendên îstixbaratê yên Supaya Pasdaran, sîstemên parastina asmanî û platformên avêtina mûşekên balîstîk.

Her wiha kargehên hilberîna dron û mûşekan, embarên binerd ên çekan, binesaziya piştevaniya leşkerî û navendên ragihandinê jî hatine hedefgirtin.

Çekên herî bipêşketî hatin bikaranîn

Amerîkayê di vî şerî de çekên xwe yên herî bihêz û bipêşketî bi kar anîne.

Balafirên bombeavêj ên stratejîk ên B-1, B-2 û B-52 hatine bikaranîn.

Her wiha balafirên şer ên F-22, F-35, F-15 û F-16 jî di nav operasyonê de cih girtine.

Di heman demê de ji bejahiyê ve sîstemên mûşekan ên THAAD, Patriot û HIMARS hatine bikaranîn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst