Hemas: Me li ser çarçoveya agirbesteke mayînde li hev kir

Hewlêr (Rûdaw) - Tevgera Hemasê ragihand ku wan bi Nûnerê Taybet ê Amerîkayê yê Rojhilata Navîn Steve Witkoff re li ser çarçoveya giştî ya ji bo ragihandina agirbesteke mayînde li hev kiriye.

Hemasê li hemberî vekişîna yekcarî ya Îsraîlê ya ji Xezeyê û gihandina alîkariyên mirovî amadehiya xwe ji bo berdana 10 dîlên Îsraîlî nîşan daye.

Ev ne biryara dawî ye û Hemasê da zanîn, ew li bendê ne ku aliyê din bersiva wan bide.

Îsraîlê heta niha bi awayekî fermî bersiva pêşniyara wan nedaye.

Şerê Îsraîl û Hemasê ya li Xezeyê 600 roj in berdewam dike.

Birêvebiriya Tenduristiyê ya Xezeyê da zanîn ku ji destpêka şer ve 54 hezar û 84 kes hatine kuştin û 123 hezar û 308 kes jî li Xezeyê birîndar bûne.

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu îro bi daxuyaniyekê destnîşan kir ku ew dê Hemasê têk bibin û dîlên li Xezeyê vegerînin.

Netanyahu amaje pê kir, agahiyên wan hene ku 20 dîl hîn zindî ne û 28 dîl jî hatine kuştin û termên wan li Xezeyê ne.