Trump: Min Netanyahu agahdar kir ku êrişî Îranê neke

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku dan û standineke baş di navbera wan û Îranê de berdewam dibe û wî Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu agahdar kiriye ku êrişî Îranê neke.

Serokê Amerîkayê Donald Trump li Koşka Spî qala dan û standinên di navbera Amerîka û Îranê de û her wiha şerê li Xezeyê kir.

Trump li ser dan û standinên wan ên bi Îranê re yên derbarê programa atomî ku heta niha 5 caran hatine kirin ragihand:

“Dan û standineke me ya gelekî baş bi wan re heye û ez bawer dikim ku em hinek tiştên guncav dibînin.”

Trump helwesta xwe ya li hemberî Îranê dubare kir û diyar kir, tenê du rê ji bo encama dan û standinên li gel Îranê hene û got:

“Yek ji wan tundûtûjî ye, rêyek e ku Amerîka baştir dibîne jê dûr bikeve û rêya duyem jî lihevkirin e.”

Rojnamegeran ji Trump pirsî ka gelo wî ji Netanyahu re ragihandiye, karekî neke ku ziyanê bigihîne dan û standinan, wî di bersivê de anî ziman:

“Bi rastî ez dixwazim bi we re rast bim, belê min ew agahdar kiriye ku em nêzîkî çareseriyê ne lê ew jî dibe ku her kêliyê biguhere.”

Serokê Amerîkayê tekezî li ser rêkeftineke xurt a bi Îranê re kir û diyar kir, baweriya wî bi kesî nayê.

Nûnerê taybet ê Donald Trump, Steve Witkoff ku ew jî amade bû ragihand, ew reşnivîsa rêkeftineke nû amade dikin ku dê bibe bingeh ji bo gihîştina agirbestê li Xezeyê û rêkeftina Îsraîl û Hemasê.

Nûnerê taybet ê Donald Trump, Steve Witkoff anî ziman:

“Em nêzîk in ji bo amadekirina mercên nû, Serok wan dinirxîne û hesteke baş jî li cem min heye ji bo gihîştina agirbesteke demkî û çareseriyeke aştiyane.”

Trump ragihand, ew hêvîdar in ku alîkariyên mirovî yên zêdetir bişînin Xezeyê û got:

“Em xwarinê digihînin xelkê Xezeyê lê rewşeke gelekî ne xweş çêbûye.”