7 hezar û 130 heciyên Herêma Kurdistanê li Siûdiyê ne
Hewlêr (Rûdaw) - Karwanê dawî yên heciyên Herêma Kurdistanê gihîşte welatê Erebistana Sûdiyê û tendurustiya hemû heciyan jî baş e.
Rêveberê Giştî yê Hec û Umreyan li Herêma Kurdistanê Qasim Resûl ragihand ku heya niha hemû heciyên Herêma Kurdistanê gihîştine Erebistana Siûdiyê û piraniya wan li bajarê Mekkehê ne û beşekî kêm a heciyên Herêma Kurdistanê li bajarê Medînê mane û hemû pêwîstiyên wan hatine dabînkirin.
Li gor gotina birêveberê giştî yê Hec û Umreyê, heya niha ti haleteke mirinê yan nexweşiyeke metirsîdar di nav heciyên Herêma Kurdistanê de nehatiye tomarkirin.
Hejmara wan kesên ku îsal ji Herêma Kurdistanê ji bo encamdana ferîza hecê çûne Siûdiyê 7 hezar û 130 kes in û 37 tîmên pizîşkî jî li gel wan in.