XEZE - Metirsiya birçîbûnê zêde dibe: Zarok ji birçîna dimirin

Hewlêr (Rûdaw) - Birêvebirê Giştî yê Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê Munîr el Burş ragihand ku 24 saetên dawî 14 Filîstinê ji birçîna mirine.

Birêvebirê Giştî yê Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê Munîr el Burş li ser hesabê xwe yê Xê li ser kesên ku li Xezeyê ji birçîna mirine agahî dan.

Munîr el Burş da zanîn 24 dawî 14 Filistîniyên din jî ji birçîna mirin ku yek ji wan zarok e.

Bi gotina wî hejmara kesên ku ji birçîna mirin derket 147an ku ji wan 88 kes zarok in.

Agirbestên taktîkî

Artêşa Îsraîlê ragihand ku wan li Xezeyê ji bo gihandina alîkariyên mirovî, dest bi “agirbestên taktîkî” kiriye.

Lê belê, Filistînî û rêxistinên navneteweyî hişyariyê didin ku ev pêngavên sînordar li hemberî felaketa mirovî ya li herêmê têrê nakin û metirsiya birçîbûnê zêde dibe.

Filistîniyên li Xezeyê dibêjin, pakêtên alîkariyê yên ku roja yekşemê ji asmanan hatin avêtin û bi dehan kamyonên ku derbas bûn, negihîştine piraniya du milyon xelkê Xezeyê û bersivê nadin pêdiviyên lezgîn.

Artêşa Îsraîlê avêtina pakêtên xwarinê ji asmanan ve piştrast kir û tekezî kir ku ew dê rêyên ewle ji bo gihandina alîkariyan ava bikin.

Îsraîl Hemasê tometbar dike

Îsraîl her wiha Hemasê tometbar dike ku dest datîne ser alîkariyan lê ji bo vê yekê ti belgeyan pêşkêş nake.

Neteweyên Yekbûyî (NY) û rêxistinên alîkariyê hişyarî da ku ev pêngavên Îsraîlê têrê nakin.

Bernameya Xwarinê ya Cîhanî (WFP) ragihand ku li cem wan an jî li ser rê, bi qasî sê mehan xwarina ku têra tevahiya xelkê Xezeyê bike heye lê pirsgirêka herî mezin nebûna korîdorên ewle û astengiyên li pêşiya belavkirinê ye.

500 hezar kes ji ber birçîbûnê dinalin

Li gorî WFPyê, ji sêyê yeka niştecihên Xezeyê bi rojan e tiştek nexwariye û nêzîkî nîv milyon kesî jî ji ber birçîbûnê dinalin.

Wêneyên zarokên lawaz ên ji ber birçîbûnê zexta navneteweyî li ser Îsraîlê zêde kiriye û daxwazên ji bo rawestandina şer zêde bûne.

Bi vî awayî, tevî ku alîkarî li ber deriyê Xezeyê kom bûye jî piraniya xelkê ku li deverên dorpêçkirî û teng asê mane, hîn jî di bin metirsiyeke mezin a birçîbûnê de ne.

“Bi tank û dronan êrişî me kirin”

Niştecihê Xezeyê Elî Mesirî biland, “Em çûn da ku ard bînin lê belê bi tank û dronan êrişî me kirin. Ev zilamê ciwan şehîd bû."

Niştecihê Xezeyê Yasir Salih got, “Rê nêzîkî çar kîlometreyan dûr bû. Ez bi vî kîsê ardê li ser milên xwe ji wir bi peyatî meşiyam.”

Li Xan Yûnisê, malbat kom bûn lê ne li ser sifreyeke têr û tije, li ser termên ezîzên xwe kom bûne.

“Ti kes ji wan nefilitî”

Xwişka qurbaniyekî Nadîn Omarê jî got:

“Birayê min û zarokên xwe ketin ber êrişê. Ti agahiyên pêşwext nedabûn wan. Bi mûşekan li wan xistin û hemû tax û çadir wêran bûn. Ti kes ji wan nefilitî. Bavê min hêj di bin çavdêriya hûr de ye.”

Dayika zarokekî kuştî, “Serkirdeyên Ereb em bê hêvî kirin. Eger agirbest hebûya, dê kurê min li gel min vegeriyabûya malê.”

“Zarok li ber çavên me dimirin”

Komîserê Bilind ê Mafên Mirovan ê Neteweyên Yekbûyî Volker Turk daxwaza agirbesteke bilez kir û got: “Zarok li ber çavên me ji birçîna dimirin. Xeze bûye cihê nexweşî, êrişan û wêraniyê.”

Artêşa Îsraîlê dibêje ku ew tenê Hemasê dike armanc lê amar tiştekî din nîşan didin.

Zêdetirî 59 hezar Filistîniyan hatine kuştin û 150 hezarên din jî birîndar bûne. Li gorî Rêveberiya Tenduristiyê ya Xezeyê, piraniya wan jin û zarok in.