TIRKMENÊN SÛRIYÊ: Heta em hebin dewleta kurdan nabe
Gilgamêş (Rûdaw) – Endamên Encûmena Tirkimenên Sûriyê dixwazin operasyona Cerablûsê, tevahiya bakurê Helebê bigre navxwe.
Li Cerablûsê û dervrûberê wê operasyona Artêşa Azad ya Sûriyeyê bi piştevaniya Artêşa Tirkiyê berdewam e.
Li gorî agahyan heta niha 300 qomandoyên taybet ên Artêşa Tirkiyê bi 40 tangan derbasî nava Cerablûsê bûne û navçe bi temamî hatiye kontorol kirin. Niha jî di nava Cerablusê de paqijiya teqemeniyên ku ji aliyê DAIŞê ve hatibûn raçandin, berdewam e.
Serokê Encûmena Tirkmenên Sûriyê Emîn Bozoglan got, “Em li bendê ne ku navçe bi temamî aram bibe dê êdî sivîl jî wegerin ser malên xwe. Lê em di serî de Cerablûs divê devrûber bi temamî were paqij kirin û aramî hebe.”
Li aliyê din tê îddia kirin ku Cerablûs beriya operasyona Artêşa Tirkiyê ji aliyê DAIŞê ve hatibû vala kirin. Endamên Encumena Tirkmenên Sûriyê qebûl dikin ku Cerablûs bêyî şer û pevçûn hatiye kontorol kirin, lê ew dibêjin DAIŞ ji ber hêza Artêşa Tirkiyê reviyaye.
Endamkeî Encûmena Tirkmenên Sûriyê ji Rûdawê re got, “Dazwaza me ew e ku herême tampon ya aram were ava kirin. Em naxwazin êdî xelkê Sûriyê koçber be , di deryayan de bixendiqin. Bila êdî Sûriye aram bibe, Sûriyeyî li ser axa bin. Neçin ewropa , neçin tirkiye û welatên din.”
Aliyên siyasî yên bi ser oposizyona Sûriyeyê jî daxwaz dikin ku operasyon berfirehtir bibe û bi piştevaniya Artêşa Tirkiyê hemû bakurê Helebê, Minbîc jî di nav de, bikevin bin destê Artêşa Azad a Sûriyeyê.
Endamekî din ê Tirkmenên Sûriye jî ragihand ku ji çîyayê Tirkmenan heta Tilebyadê, heta Laziqiyê Tirkmen dijîn. Ji ber wê ew dibêjin operasyon bila li wan deveran dewam bikin û wiha axivî:
“Heta ku hemû mafên Tirkmenan têne parastin divê operasyon dewam bikin. Em weke Tirkmen dibêjin peyamên me hene. Em ji DAIŞê û PYDê re dibêjin eger we nîyet hebe hûn li Sûriye dewletekê ava bikin, heta yek Tirkmen li ser vê axê hebe em rê nadin wan.”
Her çend li navenda Cerablûsê ji bilî dengê paqijkirina TNT û mîman bêdengî hebe jî lê yekeniyên Artêşa Tirkiyê cara car rêya di navbera Minbic û Ceranbulê de didin ber topan da ku Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) berbi Cerablûsê pêşreviyê nekin.