Nakokiya li ser Çiyayê Hermonê diyaloga Îsraîl û Sûriyeyê rawestand

Hewlêr (Rûdaw) - Çavkaniyekî ji Wezareta Parastinê ya Îsraîlê roja çarşemê ragihand ku ji ber nakokiyên li ser Çiyayê Hermonê û destwerdanên derve, dan û standinên bi Sûriyeyê re ti pêşketin bi dest nexistine.

Heman çavkaniyê piştrast kir ku artêşa Îsraîlê dê ji xala herî bilind a çiyê venekişe.

Şam û Durzî

Çavkaniyê ji televîzyona Al-Arabiyayê re da zanîn ku Sûriye tekez dike alîkarî bi rêya Şamê bigihêje Siwêdayê, di heman demê de bangên civaka Durzî yên ji bo cudabûnê rêkeftinên ewlehiyê aloz dikin û rê li ber her peymaneke muhtemel a paşerojê ya bi Îsraîlê re digirin.

Çavkaniyê tekezî li ser wê yekê kir ku Amerîka li dijî korîdoreke mirovî ya ber bi Siwêdayê ve û her wiha li dijî pêşniyarên cudabûnê ye û anî ziman ku artêşa Îsraîlê ji serkirdeyên Durzî re gotiye korîdoreke bi vî rengî ne pêkan e.

"Divê li başûrê Sûriyeyê çek nemînin"

Çavkaniyê her wiha got, li gorî rêkeftinên ewlehiyê yên niha yên bi hikûmeta Sûriyeyê re, pêwîst e li başûrê Sûriyeyê bêçekkirineke tam pêk were û tevî paşketinan jî dan û standin berdewam dikin û tenê li ser mijarên ewlehiyê disekinin.

Destwerdana Tirkiyeyê

Herî dawî berpirsê parastinê yê Îsraîlê destnîşan kir ku destwerdana Tirkiyeyê ya li Sûriyeyê ji bo Îsraîlê hîn jî cihê fikarê ye.