Îsraîl: Em li Xezeyê leşkerên Tirk naxwazin

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Karên Derve yê Îsraîlê Gideon Saar diyar kir ku ew dê hebûna artêşa Tirkiyeyê li Xezeyê qebûl nekin.

Gotinên Saarê Wezîrê Karên Derve yê Îsraîlê di vê mijarê de daxuyaniya herî zelal a Îsraîlê bû.

Gideon Saar di ziyareta xwe ya Macaristanê de axivî got, "Tirkiyeya di bin serokatiya  Erdogan de li hemberî Îsraîlê dijminane tevdigere.

Ji ber vê yekê, em dê rê nedin ku hêzên wan ên çekdar bikevin Xezeyê û me ev yek ji dostên xwe yên Amerîkayî re jî gotiye.”

Ev mijar di ziyaretên Alîkarê Serokê Amerîkayê JD Vance û Wezîrê Karên Derve Marco Rubio yên hefteya borî de jî hatibû rojevê.

Rubio bi bîr xistibû ku “gelek welatan” pêşniyar kiriye ku leşkeran ji bo hêza erkdariyê bişînin û gotibû, “Helbet divê ev hêz ji wan welatan pêk bên ku ji hebûna Îsraîlê aciz nebin.”

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu jî 22yê Çiriya Pêşîn diyar kiribû ku ew bi erênî jî li îhtimala hatina leşkerên Tirk a li Xezeyê nanêre.

Netanyahu piştî hevdîtina xwe ya bi Alîkarê Serokê Amerîkayê J.D. Vance re ev peyam dabû.

Vance rojek beriya wê hevdîtinê gotibû ku Tirkiye dikare li Xezeyê roleke “avaker” bilîze.

Di hevdîtinê de ji Netanyahu hat pirsîn ka ew li ser hebûna potansiyel a hêzên ewlehiyê yên Tirk li Xezeyê çi difikire.

Netanyahu got, “Em dê li ser vê mijarê bi hev re biryarê bidin.”

Serokwezîrê Îsraîlê piştre jî got, “Di vê mijarê de nêrînên min ên gelekî zelal hene. Hûn dixwazin texmîn bikin ka ew çi ne.”

Tirkiye: Em amade ne

Di çarçoveya plana Xezeyê ya Donald Trump de tê plankirin ku Hêzeke Îstiqrarê ya Navneteweyî bê avakirin.

Endonezyaya ku welatê herî mezin ê Misilman e, ragihandibû ku amade ye leşkeran bişîne nava vê hêzê.

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan jî gotibû ku Tirkiye dê di hêza erkdariyê de cih bigire û di daxuyaniya xwe ya dawî de jî diyar kiribû ku “mizakereyên berfireh didomin.”

Li aliyê din, Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê jî radigihîne ku artêşa Tirkiyeyê amadehiyên xwe didomîne.

Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê 23yê Çiriya Pêşîn eşkere kir ku ew amade ne di Hêza Îstiqrarê ya Navneteweyî de erkê bigirin.

Wezaratê got, "Tirkiye wekî yek ji çar welatên garantor ên peymana agirbestê, bi welatên din re şêwirên xwe yên dîplomatîk û leşkerî didomîne."

Li gorî rayedarên Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê erkên Hêza Îstiqrarê ya Navneteweyî ev in:

  • Dewriyeya ewlehiyê
  • Parastina binesaziyên sivîl
  • Alîkariya mirovî
  • Ewlehiya sînor
  • Perwerdekirina hêzên ewlehiyê yên herêmî
  • Şopandina agirbestê


Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan û Serokê MÎTê Îbrahîm Kalin, 21ê Çiriya Pêşîn li Dohayê bi berpirsên Hemasê re civiyan.

Rayedarekî Tirk li ser vê hevdîtinê ji AFPyê re got ku derbarê hêza erkdariyê û paşeroja Hemasê de biryareke şênber nîne.

Heman rayedarî diyar kir ku ev mijar “girêdayî wê yekê ne ku dê Îsraîl û Amerîka di pêvajoyê de çawa tevbigerin.”

Navenda Koordînasyonê hat avakirin

Di çarçoveya peymana agirbesta Xezeyê de, li Kiryat Gata başûrê Îsraîlê Navenda Koordînasyona Sivîl-Leşkerî hat avakirin.

Nêzîkî 200 leşkerên Amerîkayê dê li vê navendê kar bikin.

Wezareta Parastinê ya Brîtanyayê jî ragihand ku dê hejmareke kêm a leşkerên wan jî li navendê cih bigirin.

Îsraîl û Hemasê 12ê Çiriya Pêşîn peymana agirbestê îmze kiribû lê her du alî hevdû bi binpêkirinê tohmetbar dikin.

Tevî pevçûnên demkî jî her du alî dibêjin ku ew pêbendî agirbestê ne.

Mijara cenazeyên dîlan jî dibe sedema aloziyê û tê texmînkirin ku hîn cenazeyên 13 dîlan li Xezeyê ne.