Koçberên Sûriyê ji ber sermayê karton û plastîkan dişewitînin

Hewlêr (Rûdaw) - Ji ber rewşa aborî ya zehmet û bihabûna pêdiviyên sûtemeniyê, koçberên Sûriyê yên li kampan, neçarin ji bo xwe ji serma zivistanê piparêzin û pêdiviyên xwe di warê xwarinê de pêk bînin, û karton, pilastîk û naylonên ku ji çopan peyda dikin, dişewitînin.

Ji ber vê yekê jî, hejmarek ji zarokên di kampê de nexweş ketine.

Li kampa koçberan ya ser bi bajarê Ezazê, li nêzî sînorê Tikriyê, koçber ji ber bûhabûna pêdiviyên sûtemeniyê, neçarin ji bo xwe ji serma zivitanê biparêzin û pêwistiyên xwe yên xwarin û vexwarinê pêk bînin, piranî karton, naylon û bilastîkên ku ji çopan peyda dikin bişewitînin.  

Koçbera bi navê Diya Neda ku ev 4 sal e koçbere, hawara xwe bi xwedê dike, dibêje ku, ew xwarin û çaya xwe bi naylonê dikelînin.

Diya Neda dibêje, “Em koçberin, ev 4 salin em di vê kampê de dimînin. Ez ji derdora Kiwêrisim, navê mi Diya Neda ye, hûn dibînin rewşa me. Derfetên me nîne em mazotê û gazê bixin soba xwe, em diçin ji ser çopê lastîk û naylonan tînin û dişewitînin, zarokên me ji ber vê nexweş ketine. Zarokekî mi nexweşiya sîngê pêre çêbû, me ew xiste nexweşxaneyê.”

Dr. Omer Elsin yê di kampê de dimîne, dibêje, şewtandina madên pilastîkê ji bo tenduristiya mirovan nebaşe, gelek nexweşiyên sîng û penceşêrê jê peyda dibin.

Dr. Omer Elsin jî radigihîne, “Îsal, me çavdîrî kir ku, li gel hêjmarek zêde yê zarokan nexweşiya sîng peyda bû. Sedema wê jî, bandora madeyên tên şewitandine. Ji ber buhabuna buhayê mazotê, piraniya xelkê madeyên bilastîk ji bo germkirinê bikartînin.”

Ji destpêka şerê navxwe ve koçberî û derberderiya xelkê Sûriyê berdewame. Li gor Netewên Yekgirtî, tenê ji destpêka meha Kanûna 2019an û vir ve, ji ber şerê di navbera hêzên hikûmetê û grupên opozisyona Sûriyê 383،000 kes koçber bûne.