Partiya Saadetê: Em dibînin zarok tên kuştin divê Komîsyon biçe Sûriyeyê
Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Giştî yê Partiya Saadetê Mahmut Arikan bangî Komîsyona Parlamentoya Tirkiyeyê kir ku biçe Sûriye û Rojavayê Kurdistanê.
Arikan got, "Nûçeyên nakok tên, em dibînin ku zarok tên kuştin. Divê 51 parlamenter herin herêmê û raya giştî agahdar bikin."
Serokê Giştî yê Partiya Saadetê Mahmut Arikan, li Enqereyê bi nûnerên medyayê re civiya û rojeva Tirkiye û herêmê nirxand.
Mahmut Arikan bal kişand ser rewşa Sûriye û Rojavayê Kurdistanê û diyar kir ku agahiyên nakok digihêjin wan.
"Zarok tên kuştin, mirov ji balkonan tên avêtin"
Mahmut Arikan diyar kir ku li Sûriyeyê "pêvajoyeke bi êş" heye û got:
"Çavkaniyek dibêje pirsgirêk nîne lê em li aliyê din dibînin ku zarok tên kuştin û mirov ji balkonan tên avêtin. Pêdiviya me bi nûçeyên şefaf heye.
Divê hemû 51 parlamenterên Komîsyonê, eger pêwîst bike, biçin herêmê (Sûriye û Rojavayê Kurdistanê). Li wir çi diqewime bila raya giştî agahdar bikin."
"Ev cografya çend a Tirkan be ew qasî ya Kurdan e"
Serokê Partiya Saadetê li ser pirsgirêka Kurdan jî peyamên girîng dan û kevneşopiya Nêrîna Millî (Milli Goruş) bi bîr anî û got:
"Di meseleya Kurdan de partiya ku li Tirkiyeyê destpêkê bedêl daye, tevgera Nêrîna Millî ye. Mamosteyê me Erbakan li Çewlîgê axaftineke dîrokî kiribû.
Parlamenterê me yê Wanê Fethullah Erbaş sala 1996an çûbû kampên PKKyê.
Li welatekî çend netewe hebin, wate çend Tirk hebin, ev cografya wekî ku ya Tirkan e, bi qasî wê ya Kurdan e jî."
"Amerîka û Îsraîl naxwazin çareser bikin"
Arikan destnîşan kir ku çareserî divê di navbera welatên herêmê de be û wiha pê de çû:
"Pêwîstiyeke bilez heye ku Tirkiye, Îran, Îraq û Sûriye bên cem hev.
Dema Amerîka û Îsraîl dikevin nav vî karî, naxwazin çareser bikin, dixwazin pirsgirêkan bi rê ve bibin û ji bo xwe qadan vekin.
Divê li Sûriyeyê destûreke nû bê amadekirin û demokrasî pêk bê da ku hemû komên etnîkî bigihêjin azadiya xwe."