Gefa nû ya Îranê: Ji zanîngehên Amerîkayê dûr bikevin

Hewlêr (Rûdaw) - Supaya Pasdaran a Îranê gefa êrişê li wan zanîngehan xwar ku li welatên cîran û herêmê ser bi Amerîkayê ve ne.

Tehran bi vê yekê çerxa armancên ku wekî "rewa" dibîne firehtir dike.

Supaya Pasdaran di daxuyaniyekê de hişyariyeke tund da hemû karmend, mamoste û xwendekarên zanîngehên Amerîkayê yên li Rojhilata Navîn.

Supaya Pasdaran xwest ku xelk herî kêm kîlometreyekê ji avahiyên zanîngehan dûr bikeve.

Tehran, Amerîka û Îsraîlê tohmetbar dike

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku ev dibistan û zanîngeh "armancên rewa" ne.

Tehran Amerîka û Îsraîlê tohmetbar dike ku wan êrişî "Zanîngeha Zanist û Teknolojiyê ya Îranê" kiriye.

Di herêmê de gelek şaxên zanîngehên navdar ên Amerîkayê hene.

Wekî mînak, Zanîngeha New Yorkê (NYU) ya li Ebû Dabiya Îmarata Erebî xwedî kampuseke mezin e.

Her wiha li Qeterê di nav "Bajarê Perwerdeyê" de zanîngehên wekî Georgetown, Carnegie Mellon, Northwestern û Texas A&M hene.

Amarên xwendekarên Amerîkayî yên li herêmê

Li gorî amarên projeya Open Doorsê ya ku Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê piştgiriya wê ya darayî dike, sala xwendinê ya 2023-2024an nêzîkî 4 hezar û 900 Amerîkayî li welatên Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê dixwend.

Nîvê wan xwendekaran li Îsraîlê bûn.

Her wiha nêzîkî hezar û 100 kesî ji wan Amerîkayiyan jî li Îmarata Erebî bûn.