Bandora gerdûnî ya şerê Îranê: Aboriya cîhanê dihejê
Hewlêr (Rûdaw) - Şerê Amerîka û Îsraîlê yê li gel Îranê ketiye heftiya xwe ya pêncem.
Her ku diçe hejmara cihên ku tên bombebarankirin û zererên aborî zêdetir dibin.
Li gorî amarên rêxistina ACLEDê, di nava mehekê de bi giştî 4 hezar û 472 êriş hatine qeydkirin.
Hejmara dron û mûşekên di van êrişan de hatine bikaranîn 3-4 qatî hejmara êrişan e.
Dabeşbûna êrişan bi vî rengî ye:
2 hezar û 734 êriş li binesaziya leşkerî û ewlehiyê.
208 êriş li cihên sivîl (mal, dibistan, nexweşxane).
148 êriş li ser binesaziya enerjiyê.
1,382 cihên êrişan hîn nehatine naskirin.
Wekî mînak; roja 27ê Adarê Amerîka û Îsraîlê 79 êriş caran êrişî Îranê kirin, Tehranê jî bi 25 êrişan bersiv da.
Bandora aborî ya êrişan
Her çi qas êrişên ser enerjiyê di nav hemû êrişan de kêm bin jî, bandora wan a li ser aboriya cîhanê ya herî mezin e.
Ji ber vî şerî bihayê petrola xav, gaza siruştî û benzînê li Amerîka, Asya û Ewropayê gelekî bilind bûye.
Zererên leşkerî û welatên din
Heta 27ê Adarê, 2 hezar û 171 êrişî ser binesaziya leşkerî ya Îranê û 226 êrişî ser a Îsraîlê hatiye kirin.
Li welatên din jî amar wilo ne: Îmarat 76, Îraq 75, Kuweyt 60, Behreyn 32, Filistîn û Erebistana Siûdî 21 êriş.
Hejmara mûşek û dronên ku li Welatên Kendavê hatine kirin ji 4,500î derbas bûye.
Derbarê binesaziya enerjiyê de; Îran 81, Îmarat 16, Kuweyt û Erebistana Siûdî 14, Îsraîl û Uman 6, Qeter 5, Îraq 3 û Herêma Kurdistanê bi yek êrişê bûne armanc.
Bandora li ser welatiyan
Şer rasterast yan nerasterast bandor li 18 welatan û Herêma Kurdistanê kiriye. 12 welat (Îran, Îsraîl, Amerîka, Libnan, Îmarat, Erebistana Siûdî, Îraq, Kuweyt, Qeter, Behreyn, Sûriye, Yemen û Urdun) rasterast di bin bandora mûşek û dronan de ne.
Nifûsa van welatan ku di bin metirsiyê de ne zêdetirî 22 milyon kesî ye.
Her wiha welatên wekî Tirkiye, Uman, Qibris, Srî Lanka, Azerbeycan û Pakistan bi awayekî nerasterast bandor dîtine.
Heta 27ê Adarê di encama vî şerî de li 18 welatan 1,483 kes hatine kuştin.
Armancên êrişan li welatan
Li Îranê 3 hezar û 276 cih, li Îsraîlê 414 cih, li Îmaratê 137 cih û li Herêma Kurdistanê jî 57 cih bûne armanc.
Heftiya herî dijwar a şer heftiya duyem bû ku 1,174 êriş hatin qeydkirin.
Di bipêşketina herî dawî de, êrişî mala Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ya li Dihokê hate kirin ku bertekên navneteweyî li pey xwe anîn.
Amarên Herêma Kurdistanê
Li parêzgehên Herêma Kurdistanê heta 27ê Adarê bi giştî 89 êriş hatine qeydkirin:
Hewlêr: 57 êriş (li nav bajêr 14, Koye 18, Şeqlawe 13, Rewandiz 12).
Silêmanî: 22 êriş (li nav bajêr 8, Dûkan 5, Derbendîxan 4, Kelar 1, Pênciwên 1).
Helebce: 3 êriş.
Li gorî zanyariyên Rûdawê, eger em li gorî hejmara mûşek û dronan bihesibînin, heta niha Herêma Kurdistanê bi 496 dron û mûşekan hatiye armanckirin.