Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Karên Derve ya Erebistana Siûdî, êrişên li ser baregeha Serok Mesûd Barzanî û Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî "bi tundî" şermezar kirin.
Her wiha Riyadê hemû êrişên li ser Herêma Kurdistanê red kirin.
Wezaretê di daxuyaniyekê de ragihand ku Şahnişîna Siûdiyeyê her tevgera ku asayîş û aramiya Îraqê bixe metirsiyê bi temamî red dike.
Di daxuyaniyê de hate gotin ku Erebistana Siûdî piştevaniya aramî û ewlehiya Îraq û Herêma Kurdistanê dike.
Berê sibehê roja şemiyê 28ê Adara 2026an, li parêzgeha Dihokê bi dronan êriş hatin kirin.
Yek ji wan dronan li mala Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ket.
Vê êrişê li asta Kurdistan, Îraq, welatên herêmê û cîhanê nerazîbûneke mezin li pey xwe anî.
Nêçîrvan Barzanî roja şemiyê beşdarî bultena Rûdawê bû û diyar kir ku ev êriş ne mijareke şexsî ye.
Serokê Herêma Kurdistanê tekez kir ku ev êriş ji bo hemû Îraqê "pêşhateke metirsîdar e."
Barzanî her wiha bangî hikûmeta federal a Îraqê kir ku bi cidî li ser wan kesan bifikire ku li derveyî qanûnê êrişî saziyên dewletê dikin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse