Husî: Me êrişî keştiya balafiran a Amerîkayê kir
Hewlêr (Rûdaw) - Husiyên li Yemenê ragihandin ku wan êrîşî keştiya balafiran a Amerîkayê USS Harry S. Trumanê kir.
Berdevkê Leşkerî yê Husiyan Yahya Serî di daxuyaniya xwe de got wan li Behra Sor li dijî keştiya balafiran ya Amerîkayê USS Harry S. Trumanê û keştîyên şer ên girêdayî wê operasyoneke leşkerî ya berfireh pêk anî.
Yahya Serî destnîşan kir ku operasyon bi hevkariya wesayîtên behrê, hêzên hewayî, dron û hêzên mûşekî hatiye kirin.
Serî eşkere kir ku wan bi mûşekên balîstîk ên hîpersonîk êrişî keştiya balafiran a Amerîkayê Trumanê kiriye.
Bi gotina Yahya Serî ev êrişên navborî ji ber êrişên hêzên Amerîkayê yên li li Yemenê hatine kirin.
Yahya Serî her wiha got ji bilî vê, wan êrişî "hedefeke hesas" a li herêma Askalanê ya Îsraîlê kiriye.
Di nûçeya televizyona El-Mesîrayê ya Hûsiyan de hat gotin mûşekeke ji balafirên şer ên Amerîkayê hat avêtin li bajarê Saadê li navenda sitargehê ya ku koçberên Afrîkayî lê dimînin ket.
Hat gotin di êrişê da 68 kes hatin kuştin û 47 kes jî birîndar bûn.