Nêçîrvan Barzanî li Îmaratê ye û dê bi El Nehyan re bicive

4 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Nêçîrvan Barzanî Îmarat Ebû Dabî Şêx Mihemed Bîn Zeyd El Nehyan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi serdaneke fermî gihîşt Ebû Dabiyê û dê bi Serokê Îmaratê re bicive.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî çû Ebû Dabiya paytexta Îmaratê.

Nêçîrvan Barzanî di çarçoveya serdana xwe de bi Serokê Îmaratê Şêx Mihemed Bîn Zeyd El Nehyan re bicive.

Mijarên civînê

Serokatiya Herêma Kurdistanê li ser naveroka civînê daxuyaniyek belav kir.

Li gorî daxuyaniyê, di civînê de dê bipêşxistina pêwendiyên Îmaratê yên bi Îraq û Herêma Kurdistanê re were gotûbêjkirin.

Her wiha dê rewşa herêmê û çend mijarên din ên ku ji bo her du aliyan girîng in werin nirxandin.

Pêwendiyên xurt

Pêwendiyên Serokê Herêma Kurdistanê û Serokê Îmaratê gelekî xurt in û wan berê jî çendîn caran li Ebû Dabî û Dubayê hevdîtin kirine.

Ev serdana Nêçîrvan Barzanî di demekê de ye ku herêm di qonaxeke hestiyar re derbas dibe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst