Îranê dijatiya Herêma Tampon li Sûriyê kir
Hewlêr (Rûdaw) – Berpirsekî pilebilind ê Îranê ragihand, welatê wî li dijî daxwaza Tirkiyeyê bo pêkanîna herêma tampon û qedexeya firînê li Sûriyê ye û pêngavek wisa bi şaş dibîn e.
Televiziyona fermî ya Îranê ragihadn Alîakrê Wezareta Derveya Îranê Hisên Emîr Ebdullahiyan li Kuweytê di civîna Rêxistina Alîkarî ya Îslamî de axifî û got:: "Pêkanîna herêmek tampon û qdexekirina firînê bi ser beşek ji asmanê Sûriyê de, dubarekirina şaşiyên berê ye û bi ti awayî alîkariya aramî û ewlebûna navçeyê nake."
Tirkiye ji bo tevlîbûnek çalak di hvepeymaniya navdewletî ya li dijî DAIŞê de, weke merc daxwaz ji Amerîka û welatên Ewrûpayê kiriye, herêmek tampon li ser sînorê Tikriye bi Sûriyê were pêkanîn.
Tirkiye û Amerîka dixwazin di nava axa Tirkiyeyê de çend binkeyên serbazî vekin û têde rahênanê bi çekdarên dijbereya Sûriyê bikin û wan amade bikin rejîma Serokê niha yê Sûriyê Beşar Esed birûxînin.
Ebdullahiyan li Kuweytê di civîna Rêxistina Alîkarî ya Îslamî de wiha got: "Ji bo dîtina çareseriyek siyasî bo kirîz a Sûriyê pêwîst e welatên cîran ên Sûriyê sînorê xwe bi başî kontrol bikin û rê ji derbasbûna çekdaêrn opozisiyonê bigrin."
Komara Îslamiya Îranê hevpeymanê sereke yê dewleta Sûriyê li navçeyê ye û bi hemû awayî û bi aşkere piştevaniya rejîma Beşar Esed dike. Îran, Tirkiyeyê tohmetbar dike, ku rê dide dijberên hikûmeta Sûriyê û çekdarên opozisiyonê ku bi awayek azad derbasî nava axa Sûriyê bibin û di demên tengaviyê de jî ber bi axa Tirkiyeyê ve paşde biçin.