TIRKIYE - Piştî rûxîna Esed 250 hezar Sûriyeyî vegeriyane

Hewlêr (Rûdaw) - Serokatiya Îdareya Koçê ya Tirkiyeyê ragihand ku piştî rûxîna desthilata Esed 250 hezar û 64 koçberên Sûriyeyî bi dilxwazî vegeriyane welatê xwe.

Serokatiya Îdareya Koçê ya Tirkiyeyê li ser hesabê xwe yê Xê ragihand ku li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 3 milyon û 988 hezar û 157 biyanî hene.

Ji wan kesên biyanî 2 milyon û 711 hezar û 170 kes bi destûra “parastina demkî” dimînin û 172 hezar û 602 kes jî di bin “parastina navneteweyî” de dimînin.

Her wiha milyonek û 104 hezar û 385 kesan jî mafê rûniştinê wergirtiye.

Piştî rûxîna desthilata Esed, ji 9ê Kanûna 2024an û heta îro 250 hezar û 64 koçberên Sûriyeyî bi dilxwazî vegeriyane welatê xwe.

Ji sala 2016an û heta îro jî bi tevahî milyonek û 126 hezar koçberên Sûriyeyî vegeriyane welatê xwe.