Navenad Nûçeyan – Hat ragihandin ku Serokê Amerîkayê Donald Trump û Qralê Erebistana Siûdî Selman bîn Evdilezîz di peywendiya li ser têlefonê de herdu serokan li ser mijara "bila li Sûriye û Yêmenê herêmên ewle bên avakirin" li hev kirin.
Koşka Spî ya Amerîkayê ragihand ku Serokê Amerîkayê Donald Trump û Qralê Erebîstana Siûdiyê Selman Bîn Evdilezîz peywendiyeke bi telefonê pêk anîne û her du serokan bal kişandin ser dostanî û hevkariya stratejîk a dûr û dirêj a di navbera herdu welatan da.
Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku Donald Trump ji Qral Selman Bîn Evdilezîz xwestiye ku li Suriye û Yemenê bo avakirina herêman tampon bibe alîkar û Selman Bîn Evdilezîz jî erênî bersiva wî daye.
Di hevdîtina herdu serokan de Trump herwiha piştgiriya xwe ji bo “Bernameya Aborî ya 2030” ya Selman aniye ziman û soza bihêzkirina hevkariya enerjî û aboriyê di navbera herdu welatan de dane hev.
Hat gotin ku Selman xwestiye ku Amerîka pêşengiya hewldanên têkbirina terorê li Rojhilata Navîn bike.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse