Trump û Selman li ser herêma tampon li hev kirin

Navenad Nûçeyan – Hat ragihandin ku Serokê Amerîkayê Donald Trump û Qralê Erebistana Siûdî Selman bîn Evdilezîz di peywendiya li ser têlefonê de herdu serokan li ser mijara "bila li Sûriye û Yêmenê herêmên ewle bên avakirin"  li hev kirin.


Koşka Spî ya Amerîkayê ragihand ku Serokê Amerîkayê Donald Trump û Qralê Erebîstana Siûdiyê Selman Bîn Evdilezîz peywendiyeke bi telefonê pêk anîne û her du serokan bal kişandin ser dostanî û hevkariya stratejîk a dûr û dirêj a di navbera herdu welatan da.


Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku Donald Trump ji Qral Selman Bîn Evdilezîz xwestiye ku li Suriye û Yemenê bo avakirina herêman tampon bibe alîkar û Selman Bîn Evdilezîz jî erênî bersiva wî daye.


Di hevdîtina herdu serokan de Trump herwiha piştgiriya xwe ji bo “Bernameya Aborî ya 2030” ya Selman aniye ziman û soza bihêzkirina hevkariya enerjî û aboriyê di navbera herdu welatan de dane hev.


Hat gotin ku Selman xwestiye ku Amerîka pêşengiya hewldanên têkbirina terorê li Rojhilata Navîn bike.