Fermandarên sînor ên Îran û Îraqê civiyan
Hewlêr (Rûdaw) - Fermandarên nobedarên sînor ên Îraq û Îranê, bi armanca xurtkirina ewlehiya sînor û hevahengiya di navbera her du welatan de civînek pêk anî.
Nûnerên yekîneyên sînor ên Herêma Kurdistanê jî tevlî hevdîtinê bûn.
Li gorî daxuyaniya Nobedarên Sînor ên Îraqê, lûtkeya bilind a ewlehiyê doh li bajarokê Bedreyê yê parêzgeha Wasitê hat lidarxistin.
Di hevdîtinê de Fermandarê Nobedarên Sînor ên Îraqê Mihemed Ebdulwehab Suker û hevtayê wî yê Îranî Ehmed Elî Guderzî amade bûn.
Fermandariya Sînor a Herêma Kurdistanê jî beşdar bû
Berpirsekî bilind ê Nobedariya Sînor a Îraqê ji Rûdawê re axivî û diyar kir ku civîn bi beşdariyeke berfireh hatiye kirin.
Li gorî agahiyên çavkaniyê, xeynî Fermandariya Herêma Yekem a ku berpirsiyara sînorên Herêma Kurdistanê ye, fermandarên Herêmên Sêyem û Çarem ên ku berpirsên sînorên navîn û başûr in jî beşdarî civînê bûne.
Tedbîrên hevpar ên li dijî derbasbûna neyasayî û qaçaxçîtiyê
Di daxuyaniya fermî ya Fermandariyê de hat tekez kirin ku armanca sereke ya civînê xurtkirina ewlehiya sînor e.
Di hevdîtinê de mijarên xebata çalak a komîteyên sînor, rêlibergirtina hewldanên derbasbûna neyasayî û zêdekirina hevahengiya hevpar a li dijî çalakiyên qaçaxçîtiya li ser xeta sînor derketin pêş.
Çavkaniya ku ji Rûdawê re axivî her wiha diyar kir ku ev hevdîtin ji bo çareserkirina dosyeyên "hilawîstî" yên di warê ewlehiyê yên di navbera her du welatan de bi awayekî periyodîk tên kirin.
Di navbera Îran û Îraqê û Herêma Kurdistanê de xeteke sînor a ku ji hezar û 600 kîlometreyî zêdetir e heye.