Îranê herî kêm 5,471 caran êrişî welatên Ereban kiriye

2 demjimêr berê
Nîşan Îran Êriş Welatên Ereban
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî amarên fermî yên ku îro berê sibehê hatine belavkirin, Îranê ji 28ê Sibatê ve herî kêm 5 hezar û 471 êrişên bi mûşek û dronan birine ser baregehên Amerîkayê û xalên krîtîk ên li 7 welatên Ereban.

Êrişên Amerîka û Îsraîlê yên li ser Îranê û bersivdayînên Tehranê didomin û di heman demê de li welatên Kendavê gelek xalên krîtîk bûne hedefa êrişên Îranê.

Li gorî agahiyên ku ji wezaretên parastinê û navendên agahiyan ên fermî yên wan welatan hatine komkirin, welatê ku herî zêde bandor lê bûye Îmarat e.

Kîjan welat çend caran bû armanc?

Wezareta Parastinê ya Îmaratê ragihand ku ji destpêka êrişan ve sîstemên wan 414 mûşekên balîstîk, 15 mûşekên kruz û hezar û 914 dron xistine xwarê.

Kuweytê bi rêya navenda agahiyan a hikûmetê û artêşê diyar kir ku wan 309 mûşekên balîstîk û 616 dron xistine xwarê.

Fermandariya Giştî ya Hêzên Parastinê ya Behreynê destnîşan kir ku di heman demê de 174 mûşek û 391 dron hatine tunekirin.

Wezareta Parastinê ya Qeterê ragihand ku 206 mûşekên balîstîk û 93 êrişên bi dronan welatê wan kiriye armanc.

Artêşa Urdinê daxuyand ku di dema şer de 262 êrişên bi mûşek û dronan hatine tomarkirin.

Erebistana Siûdî diyar kir ku herî kêm 52 mûşek û hezar û 6 dronan xaka wê kiriye armanc.

Umanê eşkere kir ku ew bûye hedefa 19 dronan.

Zêdetirî hezar û 340 kesan hatine kuştin

Aloziyên li herêmê ji 28ê Sibatê ve didomin ku wê rojê Amerîka û Îsraîlê dest bi operasyoneke li dijî Îranê kiribû.

Heta niha Rêberê Olî yê wê demê yê Îranê Elî Xamineyî jî di nav de zêdetirî hezar û 340 kesan hatine kuştin (li Îranê).

Îranê jî wekî bersivdayînê bi mûşek û dronan êrişî Îsraîl, Urdin, Îraq û welatên Kendavê kir ku mazûvaniya hêzên leşkerî yên Amerîkayê dikin.

Ev êriş bûn sedema ziyanên canî û madî yên di binesaziyan de û her wiha bazarên cîhanî û geştên asmanî jî asteng kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst