Budceya Îsraîlê hat qebûlkirin: 'Em dikarin Rojhilata Navîn dîzayn bikin'

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Îsraîl Parlamentoya Îsraîlê Şer Benjamin Netanyahu Budce
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Parlamentoya Îsraîlê (Knesset) budceya sala 2026an a welêt qebûl kir.

Di budceya nû de para şêr ji bo sektora leşkerî hatiye veqetandin.

Ev yek wekî amadekariyekê ye ji bo wî şerê ku li çend eniyên cuda didome.

Pêşniyaryasa îro berê sibehê li hemberî 55 dengan bi dengê 62 parlamenteran hat qebûlkirin.

Tê pêşbînîkirin ku bi giştî xerciyên Îsraîlê yên ji bo 2026an nêzîkî 270 milyar dolaran (850 milyar şeqelî) bin.

Budceya Wezareta Parastinê du qat bû

Ji ber ku şer li çend eniyan didome, Hikûmeta Îsraîlê 10 milyar dolarên din li budceya Wezareta Parastinê zêde kir.

Bi vê yekê jî bi giştî budceya leşkerî ya wî welatî gihişt zêdetirî 45 milyar dolaran.

Ev hejmar du qatê budceya leşkerî ya sala 2023yan e ku hingî hîn şer dest pê nekiribû.

"Em dikarin Rojhilata Navîn ji nû ve dîzayn bikin"

Wezîrê Darayiyê yê Îsraîlê Bezalel Smotrich ku ser bi baskê rastgiriya tundrew ve ye ev gav wekî "vegerçexeke dîrokî" bi nav kir.

Bezalel Smotrich daxuyand, "Şiyana me heye ku em Rojhilata Navîn ji nû ve dîzayn bikin."

Smotrich her wiha got, "Ev budce welêt dixe ser rêya serkeftinê û pêgeha Îsraîlê ya ji bo qezenckirina şer xurt dike."

Netanyahu ji hilbijartinan rizgar bû

Qebûlkirina vê budceyê ne tenê xwedî rehendeke aborî ye.

Di heman demê de qebûlkirina budçeyê Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu ji metirsiya hilweşîna hikumetê û hilbijartinên pêşwext rizgar kir.

Li gorî yasayê, eger budce nehatibûya qebûlkirin divabû di nava 90 rojan de hilbijartin bihata kirin.

Ev yek jî di demekê de ye ku rapirsî nîşan didin eger niha hilbijartin bê kirin dê Netanyahu rûbirûyî têkçûnê bibe.

Mesrefa şer heftane 1,6 milyar dolar e

Ev budce di demekê de hat qebûlkirin ku Îsraîl di heman demê de li gel Îran û Hizbulaha Libnanê di nav şer de ye.

Li gorî texmînan, mesrefa şer heftane bi qasî 1,6 milyar dolaran li ser Îsraîlê disekine.

Zêdekirina xerciyên leşkerî kiriye ku kêmasiya budceyê bibe ji sedî 5ê koma berhema navxweyî (GDP).

Vê yekê jî di nav pisporan de dilgiranî çêkiriye.

Pispor ditirsin ku ev kêmasî bibe sedema bilindbûna enflasyonê û zêdetir bihabûna debara jiyanê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst