Hizbulah: Me ji destpêka adarê ve 1100 operasyonên leşkerî kirine
Hewlêr (Rûdaw) - Hizbulaha Libnanê ragihand ku hejmara êrişên wan ên ji bo "bersivdana destdirêjiyên Îsraîlê" ji 2yê Adarê ve gihîştiye 1100 operasyonên leşkerî.
Hizbulaha Libnanê li ser êrişên xwe yên li hemberî Îsraîlê daxuyaniyeke kurt belav kir.
Hizbulahê got, "Heta dema derketina vê daxuyaniyê, ji destpêka destdirêjiyên Îsraîlê ve berxwedanê 1100 operasyon kirine. Ev jî ji bo parastina Libnanê û gelê wê ye."
Amarên qurbaniyan
Li aliyê din, Wezareta Tenduristiyê ya Libnanê jî di daxuyaniyekê de amarên qurbaniyên êrişên Îsraîlê yên li welatê xwe belav kirin.
Wezaretê daxuyand, "Ji 2yê Adarê ve 1238 kes mirine û 3 hezar û 543 kesên din jî birîndar bûne."
"Bersiva kuştina Xameneyî ye"
Hizbulah wekî hevalbenda Îranê tevlî xeta rûbirûbûna bi Îsraîlê re bûye.
Hizbulahê baregeheke leşkerî ya li bakurê Îsraîlê kir armanc.
Wekî ku Hizbulah bi xwe dibêje, ev êriş "bersiveke ji bo êrişên Îsraîlê yên li Libnanê ye ku didomin."
Hizbulahê her wiha destnîşan kir ku tevî peymana agirbestê û aloziyên dawî yên li Îranê, ev êriş "bersivek e ji bo kuştina Rêberê Bilind ê wî welatî Elî Xameneyî."
Operasyona bejahî
Di heman demê de Îsraîlê êrişên xwe yên li ser Libnanê berfireh kirin.
Îsraîlê bi rêya êrişên asmanî taxên başûrê Beyrûta paytext û herêmên din ên başûr û rojhilatê welêt bombebaran kirin.
Her wiha artêşa Îsraîlê li başûrê Libnanê dest bi operasyoneke bejahî ya sînordar kiriye.