Tirkiyeyê li ser êrişên Îsraîlê yên li Sûriyeyê daxuyanî da

Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê Oncu Keçelî derbarê êrîşên Îsraîlê yên li Sûriyê de got, “Divê Îsraîl êrişên xwe yên li Sûriyeyê rawestine.”

Şer û aloziyên di navbera Durzî û hêzên ewlehiyê yên hikumeta Suriyeyê berdewam in.

Îro 22 kes hatin kuştin û Îsraîlê 5 caran hêzên Şamê bombebaran kirin.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê Oncu Keçelî derbarê şer û aloziyên  li Sûriyê peyamek belav kir.

Once Keçelî ragihand ku ew di wê baweriyê de ne ku çalakiyên tundiyê yên li başûrê Sûriyeyê dê di navbera rêveberiya Sûriyeyê û hêzên xwecihî de bi rêya diyalogê bi dawî bibin û dê kesên di wan bûyeran de rola wan heye bên darizandin.

“Divê civaka navneteweyî piştgiriya Sûriyeyê bike”

Oncu Keçelî wiha got:

"Di vê dema hestiyar a Sûriyeyê de, berpirsiyariya civaka navdewletî, bi taybetî welatên herêmê ew e ku alîkariya avakirina ewlehî û aramiya Sûriyeyê bikin û piştgiriya wan gavan bikin ku di rêya lihevkirina civakî de tên avêtin.

Di vê çarçoveyê de divê Îsraîl êrişên xwe yên asmanî yên ku zererê didin hewldanên yekîtî û yekrêziya Sûriyeyê rawestîne.

Tirkiye dê berdewam piştgiriyê bide hewldanên lihevkirin û aştiyê yên di navbera hemû hêmanên ku civaka Sûriyeyê pêk tînin."

Çend roj in li bajarokê Eşrefiyet Sehnaya li başûrê Şamê, şer û alozî di navbera çekdarên Durzî û hêzên asayîşa Sûriyeyê de berdewam dikin.

Li gorî amarên Wezareta Karên Navxwe ya Sûriyeyê di encama şerê li navçeyên Eşrefiyey Sehnaya û Ceremanayê 22 çekdarên asayîşa giştî ya Sûriyeyê hatine kuştin.

Li gel berfirehbûna aloziyên Sûriyeyê artêşa Îsraîlê jî li Eşrefiyet Sehnayayê hêzên Şamê 5 caran bombebaran kirin.

Serokwezîrê Îsraîlê jî ragihand, wan di êrîşan de komên radîkal  tundrew kirine armanc da ku Durziyan biparêzin.