Qalîbaf bersiv da Trump: ‘Bîrên petrolê neteqiyan’

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Parlamentoya Îranê Mihemed Baqir Qalîbaf li Îslamabadê bersiv da daxuyaniyên Serokê Amerîkayê yên li ser bîrên Îranê yên petrolê û ragihand ku sê roj derbas bûne û ti bîra petrolê neteqiyaye.

Mihemed Baqir Qalîbaf îro berê sibehê li ser hesabê xwe yê Xê nivîsî:

"Em dikarin vê demê heta bi 30 rojan dirêj bikin û bi awayekî zindî dîmenên bîrên petrolê ji vir biweşînin.

Ev şîret û pêşniyarên pûç in ku hikûmeta Amerîkayê ji kesên wekî Bessent werdigire.

Her wiha propagandayê ji bo fikra dorpêçkirinê dikin û vê yekê bihayê petrolê zêdetirî 120 dolarî kir."

“Bihayê petrolê dê bibe 140 dolar”

Qalîbaf hişyarî da ku dê li cîhanê rawestgeha bê ya bihayê petrolê bibe 140 dolar.

Li gorî gotina Qalîbaf, "Pirsgirêk ne tenê fikra şaş e, hişmendî û cureyê fikirîna şaş jî pirsgirêk in."

Daxuyaniyên Trump

Serokê Amerîkayê Donald Trump 26ê Nîsana 2026an li ser rûxîna sektora petrolê ya Îranê hişyarî dabû.

Trump ragihandibû ku Îran ji ber dorpêçan nikare petrola xwe di depoyan de yan jî di keştiyan de hilgire, vê yekê jî kiriye ku xetên veguhastina petrolê yên li hundir û di bin erdê de "biteqin."

Trump gotibû Îranî dibêjin sê rojên wan mane ku binesaziya wan a petrolê biteqe û gotibû:

"Ti carî nabe ku wekî berê were çêkirin, tewr heke were çêkirin jî dê tenê ji sedî 50ê şiyana wê ya berê hebe."

Îranê ji destpêka şer ve (28ê Sibatê) Tengava Hurmizê girtiye û tenê rê dide keştiyên bazirganî û petrolhilgir ên xwe û yên hevpeymanên xwe ku di tengavê re derbas bibin.

Vê yekê veguhastina deryayî ya li Tengava Hurmizê felc kiriye, bazarên enerjiyê yên cîhanê aloz kirine û metirsiya zererên aborî yên demdirêj durist kiriye.

Dorpêça deryayî ya Amerîkayê

Li beramberî vê yekê jî, Amerîkayê ji 13ê Nîsana 2026an ve dorpêçeke tund li ser keştî û benderên Îranê sepandiye.

Girtina Tengava Hurmizê ya ji aliyê Îranê ve û dorpêça deryayî ya li ser Îranê ya ji aliyê Amerîkayê ve, bûne yek ji astengên sereke yên li pêşiya dan û standinên Îran û Amerîkayê.