Nêçîrvan Barzanî û Al Nehyan li hev civiyan

2 demjimêr berê
Nêçîrvan Barzanî û Al Nehyan / Wêne: Serokatiya Herêma Kurdistanê
Nêçîrvan Barzanî û Al Nehyan / Wêne: Serokatiya Herêma Kurdistanê
Nîşan Nêçîrvan Barzanî Al Nehyan Civîn Îmarat
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Ebû Debiya paytexta Îmaratê bi Serokê Îmaratê Şêx Mihemed bin Zayd Al Nehyan re hevdîtinek kir.

Serokatiya Herêma Kurdistanê da zanîn ku di civînê de bipêşxistina pêwendiyên Îmaratê yên li gel Îraq û Herêma Kurdistanê û xurtkirina asoyên hevkariya navbera wan a di hemû waran de hatine gotûbêjkirin.

Hat destnîşankirin ku ev hevkarî dê “di xizmeta berjewendî û bipêşketina her du aliyan de” be.

Pêşhatên herêmê û aramî

Her du aliyan li ser rûdanên dawî û encamên metirsîdar ên rewşa herêmê ya li ser ewlehî û aramiya herêmî û navneteweyî bîr û rayên xwe parve kirin.

Wan di vê çarçoveyê de bal kişand ser girîngiya karê bihevreyî û xurtkirina hevahengî û hevkariya hevpar da ku aramî were parastin û metirsî werin dûrxistin.

Di civînê de her wiha “çend mijarên din ên ku ji bo her du aliyan girîng in” jî hatin nirxandin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst