Hizbulahê bi dronê êriş kir: 12 leşkerên Îsraîlê birîndar bûn

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Hizbulaha Libnanê Îsraîl Êrişa Bi Dronê Leşker Birîndarbûn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li bakurê Îsraîlê droneke bombebarkirî ya Hizbulahê li wesayîteke zirxî ya artêşa Îsraîlê xist. Di encamê de 12 leşker birîndar bûn.

Artêşa Îsraîlê derbarê rûdanên pêncşemê yên li ser sînorê Libnanê daxuyaniyek belav kir.

Li gorî daxuyaniyê, droneke Hizbulahê li nêzîkî herêma Şomerayê ya li bakurê welêt li wesayîteke zirxî xistiye.

Di êrişê de agir bi wesayîtê ketiye û cebilxaneya di nav de teqiyaye.

Di encamê de 2 leşker bi awayekî navîn û 10 leşker jî bi sivikî birîndar bûne.

5 çekdarên Hizbulahê hatin kuştin

Artêşa Îsraîlê da zanîn ku wan dest bi lêdana jêrxana Hizbulahê ya li başûrê Libnanê kiriye.

Artêşê diyar kir ku wan bi hevkariya hêzên asmanî li başûrê Libnanê 5 çekdarên Hizbulahê kuştine.

Her wiha hêzên Îsraîlê li herêma Çiyayê Dovê dest daniye ser cihên avêtina mûşekan û baregehên Hizbulahê û ew rûxandine.

Daxwaza Netanyahu ya ji Trump

Ev alozî di demekê de derdikevin ku rayedarên Îsraîlê Hizbulah bi binpêkirina agirbestê tohmetbar dikin.

Rayedarên Îsraîlê hişyariyê didin û dibêjin ev rewş derfetê dide Hizbulahê ku careke din xwe kom bike û bibe metirsî.

Li aliyê din, Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu ji Serokê Amerîkayê Donald Trump daxwazeke nû kir.

Netanyahu ji Trump xwest ku ji bo dan û standinên bi Libnanê re demeke diyarkirî ya 2 heta 3 hefteyan destnîşan bike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst