Îmaratê hişyarî da welatiyên xwe: Bilez ji Îraq, Îran û Libnanê vegerin
Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Karên Derve ya Îmaratê ji ber bipêşketinên dawî yên li herêmê, geştên welatiyên xwe yên ji bo Îraq, Îran û Libnanê qedexe kirin.
Wezareta Karên Derve ya Îmaratê ev biryar li ser hesabê xwe yê Xê belav kir.
“Bilez vegerin”
Li gorî biryarê, ji bilî qedexekirina geştên ji bo van her sê welatan, wezaretê her wiha ji welatiyên xwe yên li wir xwest ku "bilez û di dema herî nêzîk de" vegerin Îmaratê.
Di daxuyaniyê de ev agahî hatin dayîn:
"Wezareta Karên Derve, di çarçoveya parastin û şopandina rewşa welatiyên xwe yên li derveyî welêt de tekezî li ser girîngiya pêbendbûna bi rênima û hişyariyan dike."
Wezareta Karên Derve ya Îmaratê, wekî rêkareke xweparastinê û ji bo parastina canê welatiyên xwe hejmareke telefonê jî diyar kir.
Welatiyên Îmaratê yên li Îraq, Îran û Libnanê dikarin bi rêya wê hejmarê pêwendiyê bi wezaretê re deynin.