Erebistana Siûdî melayê Îranî berda: Mekke û Medîne şibandibûn Antalyayê
Hewlêr (Rûdaw) - Melayê Îranî yê ku di dema merasîma Hecê de ji aliyê polîsên Erebistana Siûdî ve hatibû desteserkirin hat berdan û vegeriya Îranê.
Melayê Şîe Xulamreza Qasimyanê ku li ser medyaya Îranê bi navê pisporê olî derdikeve û di merasîmên olî yên Ofîsa Rêberiya Komara Îslamî ya Îranê de beşdar dibe piştî ku 26ê Gulana 2025an li Medîneyê vîdeoyek belav kir hat desteserkirin.
Melayê di vîdeoyekê de ku li nav Mizgefta Pêxember Mihemed li Medîneyê tomar û belav kiriye dibêje, xelk ji niha û pê de dikarin li şûna ku biçin bajarê Antalyayê yê Tirkiyeyê, dikarin rêwîtiya Mekke û Medîneyê bikin.
Xulamreza Qasimyan desthilatdarên Erebistana Siûdî wekî bazirgan û dagirkerê deverên pîroz û mala Xwedê bi nav dike û dibêje:
“Li Mekke û Medîneyê qumarxane û cihên xirab û vexwarina alkolê hatine vekirin û konserên xirab jî dikin.”
Xulamreza Qasimyan her wiha diyar dike ku ew hemû nîşanên wê ne ku dema derketina “Îmam Mehdî” hatiye û Mekke û Medîneyê ji destê “dagirkeran” derxe.
Piştî desteserkirina wî, Saziya Dadê ya Îranê ji Wezareta Karên Derve xwest ku lêpirsînê ji bo sedema desteserkirinê bike û hewla berdanê bide.
Balyozê Îranê yê Erebistana Siûdî Alireza Enayati li ser tora civakî ya Xê got:
“Erebistana Siûdî ji bo xizmetkirina rêwiyên Hecê her tişt kiriye û kes bêrêziyê qebûl nake û rêwî divê rêzê li yasayên wî welatî bigirin.”