Li Pakistanê êrişî baregeheke hêzên ewlehiyê hat kirin, 8 kes mirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li Quettaya paytexta eyaleta Belûçistanê ya Pakistanê, di êrişeke bi bombeyan a ku baregeha hêzên ewlehiyê kir hedef de 8 kes mirin.

Rayedarên ewlehiyê yên eyaletê diyar kir ku di êrişa li ber baregeha hêzên ewlehiyê ya li Quettayê de 8 kes mirine û gelek kes jî birîndar bûne.

Rayedaran da zanîn ku 4 çekdarên ku bi otomobîlê hatine ber baregehê, ji wesayîtê peya bûne û gule li hêzên ewlehiyê reşandine û wan pişt re bombeya ku di otomobîla xwe de bi cih kiribû teqandiye.

Serokwezîrê Belûçistanê Mîr Serferaz Bugtî di daxuyaniyekê de êriş şermezar kir û ragihand ku hêzên ewlehiyê her 4 çekdar jî kuştine.

Pirsgirêkeke domdar

Li Pakistanê êrişên çekdarî bi taybetî li eyaletên Xeyber Pextûnxwa û Belûçistanê zêde ne ku sînorê wan bi Efxanistanê re heye.

Li her du eyaletan jî komên çekdar ên ku dibêjin ew mafên komên etnîk ên Peştûn û Belûç diparêzin, êrişî hêzên ewlehiyê û sivîlan dikin.

Îslamabad îdia dike ku Talîbana Pakistanê (TTP) li Efxanistanê bi cih bûye û êrişên xwe ji wir organîze dike lê birêvebiriya Efxanistanê van îdiayan red dike.

Li Belûçistanê jî êrişên Artêşa Rizgariya Belûçistanê (BLA) derdikevin pêş.

BLA dixwaze eyaleta Belûçistanê ji Pakistanê veqete û gelê Belûç vê herêmê îdare bike.