Hemasê plana Amerîkayê qebûl nekiriye, Tirkiye dê bi Hemasê re bicive

Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Qeterê Macîd el-Ensarî ragihand ku şandeyên Tirkiye û Hemasê dê li ser plana 20 xalî ya Xezeyê ku ji aliyê Serokê Amerîkayê Donald Trump ve hatiye eşkerekirin, bicivin.

Serokê Amerîkayê Donald Trump doh piştî hevdîtina xwe ya bi Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu re li Koşka Spî, planeke ji bo pêkanîna aştiyê li Xezeyê eşkere kiribû û Netanyahu jî gotibû ku wan plan qebûl kiriye.

Daxuyaniya Qeterê

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Qeterê Macîd el-Ensarî derbarê plana Trump daxuyaniyek da.

Macîd el-Ensarî diyar kir ku şandeyeke Tirk dê îşev bi Hemasê re bicive ku heta niha bi awayekî fermî eşkere nekiriye ka dê pabendî planê bibe an na.

Di daxuyaniya Macîd el-Ensarî de wiha hat gotin:

"Em bi kêfxweşiyeke mezin biryardariya Amerîkayê ya ji bo bidawîkirina şerê li Xezeyê pêşwazî dikin.

Armanca me bidawîkirina şer û rakirina birçîbûnê ya li Xezeyê ye.

Ji roja yekem ve me biryar da ku em ji bo bidawîkirina şer, dabînkirina alîkariyê û rawestandina zêdebûna aloziyan bixebitin.

Şandeya Danûstandinan a Hemasê soz daye ku plana Amerîkayê binirxîne lê ji bo dayîna bersivekê hîn zû ye."

Îbrahîm Kalin çû Qeterê

Li aliyê din, hat zanîn ku Serokê Saziya Îstixbarata Tirkiyeyê (MÎT) Îbrahîm Kalin ji bo beşdarbûna dan û standinên navbeynkariyê çûye Qeterê.

Li gorî plana Trump:

  • Îsraîl dê gav bi gav ji Xezeyê vekişe.
  • Hemas dê rehîneyên mirî û zindî yên di destê xwe de radest bike.
  • Hemas dê çekan deyne.
  • Xelkê Xezeyê dê li cihê xwe bimîne.
  • Îsraîl dê girtiyên Filistînî serbest berde.
  • Desteyeke navneteweyî dê heta avakirina birêvebiriyeke nû, Xezeyê bi rê ve bibe.