Desthilatên Misrê serkirdeyê Îxwan Muslimîn Îsam el-Iryan girtin


Hewlêr (Rûdaw) - Çavkaniyekê ji Wezareta Navxwe ya Misrê aşkere kir ku Cîgirê Serokê Partiya Dad û Azadiyê ya Îxwan Muslimîn Îsam el-Iryan ji aliyê desthilatên Misrê ve hat girtin.

Televizyona Misrê li ser zarê çavkaniyeke ewlekariyê belav kir ku el-Iryan yê 59 salî îro serê sibehê li navçeyeke Qahîreya nû hat gitrin.

Ajansa Reutersê li ser zarê wê çavkaniyê veguhastiye ku el-Iryan hatiye girtin û kitekitên girtina wî dê piştre bêne ragihandin.

Medyaya misrî wêneyeke el-Iryan belav kiriye û dibêje ew wêne di dema girtina wî de hatiye kişandin.

Dadgeha Qahîre roja 4ê mijdarê destnîşan kiriye ji bo darziandina serokê berê yê Misrê Mihemed Mursî û çend sekirdeyên din ên grûpa Îxwan Muslimîn, di nav de jî Îsam el-Iryan heye.

Serkirdeyên Îxwan Muslimîn bi sûcê tûjkirina xelkê li ser kuştina xwepêşanderên ku li ber avahiya Koşka el-Îtîhadiye di sala borî de kom bubûn, têne darizandin.

Mursî di tîrmeha borî de û piştî xwepêşandanên girseyî yên ku daxwaza dûrxistina wî dikirin, ji ser posta Serokomariyê hat dûrxistin.

Piştî dûrxistina Mursî, tundûtûjî li Misrê belav bû û di encam de heta niha zêdetirî 1000 kesî hatine kuştin, piraniya wan alîgirên Mursî ne û di nav de zêdetirî 100 kes ji hêzên ewlekariyê hene.