Îsraîlê êrişî başûrê Libnanê kir
Hewlêr (Rûdaw) - Hat ragihandin ku artêşa Îsraîlê êrişî 2 xalên cuda yên li başûrê Libnanê kiriye.
Di nûçeyên medyaya herêmî de hat gotin ku di êrişên hewayî yên artêşa Îsraîlê de herêmên Çarmak û Mehmûdiyeyê yên li başûrê Libnanê hatine armanckirin.
Rayedarên Libnanê heta niha derbarê êrişan ti daxuyanî nedaye.
Di dîmenên ku li ser medyaya civakî hatin belavkirin de, tê dîtin ku piştî êrişa Îsraîlê dû ji herêmê bilind dibe.
Li aliyê din, artêşa Îsraîlê bi daxuyaniyeke nivîskî êriş piştrast kir.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku di êrişa hewayî de "hedefên aidî Hizbulahê" yên li başûrê Libnanê hatine hedefgirtin.
Îsraîlê piştî êrişa Hemasê, Çiriya Pêşîn a 2023yan dest bi êrişên li ser Libnanê kiribû û ev êriş Îlona 2024an vegeriyabûn şerekî berfireh.
Îsraîl û Libnanê 27ê Çiriya Paşîn a 2024an peymana agirbestê îmze kiribû.