Netanyahu ji Herzog efû xwest

Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu ji bo dozên gendeliyê yên ku nêzîkî 6 salan e tê darizandin serî li Serokkomarê Îsraîlê Isaac Herzog da û daxwaza efûyê kir.

Netanyahu bi rêya hesabê xwe yê Xê vîdeoyek parve kir û ragihand ku wî fikra xwe ya li ser efûkirina ji dozên gendeliyê guherandiye.

Netanyahu bi bîr anî ku 10 sal di ser destpêkirina lêpirsînan û 6 sal jî di ser destpêkirina dozê re derbas bûne û diyar kir ku tê pêşbînîkirin doz hîn gelek salên din berdewam bike.

Serokwezîrê Îsraîlê got ku wî berê dixwest doz heta ku ew ji hemû tohmetan paqij bibe berdewam bike lê ji ber sedemên ewlehiyê û siyasî biryara xwe guherandiye.

Netanyahu îdia kir ku Îsraîl rûbirûyî zehmetiyên mezin û di heman demê de derfetan bûye û diyar kir ku berdewamiya dozê Îsraîlê parçe dike û rageşiyê bilind dike.

Netanyahu diyar kir ku her çiqas dudilî be jî rûdanên van demên dawî bandor li biryara wî kiriye û dayîna îfadeyê ya hefteyê sê caran zehmet e.

Serokwezîrê Îsraîlê destnîşan kir ku wî daxwaza Serokê Amerîkayê Donald Trump jî li ber çavan girtiye û ev biryar daye û got:

"Parêzerên min îro serî li Serokkomar da û daxwaza efûyê kir. Ez hêvî dikim her kesê ku qenciya welêt difikire piştgiriyê bide vê gavê."

Trump name şandibû

Serokê Amerîkayê Donald Trump berê gotibû divê Netanyahu were efûkirin, ji bo efûkirina Netanyahu nameyek ji Herzog re şandibû.

Di daxuyaniya nivîskî ya Ofîsa Herzog de hatibû tekezîkirin ku ji bo efûya kesekî divê li Serokkomariyê serlêdana fermî were kirin.

Netanyahu berê îdia kiribû ku heta rakirina doza gendeliyê ya derbarê wî de girêdayî mikurhatina sûcê wî be, ew dê ji Serokkomar Herzog daxwaza efûyê neke.

Dozên gendeliyê yên Netanyahu

Serdozgerê Îsraîlê yê wê demê Avichai Mandelblit, 21ê Çiriya Paşîn a 2019an xwestibû ku derbarê Netanyahu de di 3 dosyayên gendeliyê yên cuda de bi tohmetên "bertîl, îxaneta li emanetê û xirabikaranîna peywirê ya ji bo armancên şexsî" doz were vekirin.

Netanyahu wekî "Serokwezîrê yekem ê Îsraîlê" yê ku dema li ser kar e tê darizandin derbasî dîrokê bû û rûniştina wî ya yekem 24ê Gulana 2020î li Dadgeha Herêmî ya Qudsê hatibû dîtin.

Netanyahu ji bo îfadeyê bide cara yekem 10ê Kanûna Pêşîn a 2024an li Dadgeha Herêmî ya Tel Avîvê derketibû pêşberî dadwer.

Serokwezîr Netanyahu di çarçoveya 3 dosyayên cuda yên gendeliyê de ku bi navên dosyayên "1000", "2000" û "4000" tên naskirin, bi tohmetên "bertîl, sextekarî û xirabikaranîna peywirê" tê darizandin.