Fîdan û Lavrov li ser rewşa Sûriyeyê axivîn
Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê karên dervê yên Tirkiyeyê û Rûsyayê li ser rewşa Sûriyeyê axivîn.
Wezîrê Karên Derve yê Hakan Fîdan û Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov bi têlefonê axivîn.
Li gorî agahiyên Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê, di axaftinê da mijarên herêmî û rewşa li Sûriyeyê hatine guftûgokirin.
Di hevdîtinê da hat destnîşankirin ku herdu welat piştgiriyê didin “yekîtiya siyasî ya Sûriyeyê.”
Wan gotiye girîng e ku pêvajoya derbasbûna siyasî giştgîr be.