'Deriyê Reîbeyê vedibe û Rêya Bipêşketinê tê re derbas dibe'
Hewlêr (Rûdaw) - Birêvebirê Nahiya Reîbeyê ragihand ku Îraq ji bo vekirina Deriyê Sînorî yê Reîbeyê amade ye û got, “Li gorî wan nexşeyên ku min dîtine, Rêya Bipêşketinê di Reîbeyê re derbas dibe."
Birêvebirê Nahiya Reîbeyê Fewaz Meşean îro ji Rûdawê re got, "Piştî ku Artêşa Ereban a Sûriyeyê gihîşt Deriyê Sînorî yê Yeirûbiyê yê aliyê Sûriyeyê ku dikeve hemberî Deriyê Sînorî yê Reîbeyê yê Îraqê, hikûmeta Îraqê amadebûna xwe ji bo vekirina derî nîşan da."
Fewaz Meşean da zanîn ku şandeyeke hikûmeta Îraqê derî ziyaret derî kiriye û got:
“Cih amade ye û tenê pêdivî bi nûjenkirinê heye. Li gorî gotina şandeyê, di çend rojên pêş de dê deriyê sînorî were vekirin."
Kurtkirina rêya bazirganiyê
Fewaz Meşean amaje bi girîngiya cografî ya deriyê sînorî ji bo bazirganiya di navbera Tirkiye û Îraqê de kir û got:
"Wekî ku tê behskirin, mesafeya di navbera Deriyê Nisêbînê yê li ser sînorê Tirkiye û Sûriyeyê heta Mûsilê bi rêya Reîbeyê tenê 180 kîlometre ye.
Lê ew rêya niha tê bikaranîn (Îbrahîm Xelîl) nêzîkî 300 kîlometreyan e."
Birêvebirê Nahiya Reîbeyê tekez kir ku vekirina derî tenê li benda temamkirina rêbazên îdarî û ewlehiyê yên di navbera Bexda û Şamê de ye û pêşbînî kir ku bi wê gavê aboriya Mûsilê bi giştî geş bibe.
"Rêya Bipêşketinê di Reîbeyê re derbas dibe"
Fewaz Meşean derbarê projeya stratejîk a Rêya Bipêşketinê jî got, "Ew nexşeyên ku min dîtine, amaje bi wê yekê dikin ku Rêya Bipêşketinê di Reîbeyê re derbas dibe, ne ji rojhilatê Bendava Mûsilê ber bi Dihokê ve.
Rê dê bi dûrahiya 5 kîlometreyan ji rojhilatê Reîbeyê derbas bibe û paşê ber bi Deriyê Pêşxabûrê ve biçe."
Ji aliyekî din ve, çavkaniyek ji Desteya Giştî ya Gumrukê ya Îraqê ku nexwest navê xwe eşkere bike, ev agahî ji Rûdawê re piştrast kir û got:
"Biryar e di demeke gelekî kurt de vekirina derî were ragihandin."
Rewşa ewlehiyê aram e
Fewaz Meşean derbarê fikarên ewlehiyê jî got, "Rewşa ewlehiyê ya navçeyê gelekî asayî ye.
Hinek kesan tirs hebû ku şer di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û artêşa Sûriyeyê de li aliyê din ê derî rû bide lê ti alozî û metirsiyek li ser herêma me çênebû."
Ev tevger piştî wê yekê tê ku şandeyeke bilind a Desteya Deriyên Sînorî ya Îraqê bi mebesta bipêşxistina dan û standina bazirganî û hêsankirina hat û çûna geştiyaran di navbera her du welatan de çûbû Şamê.
Deriyê Sînorî yê Reîbeyê, yek ji deriyên girîng ên navbera Îraq û Sûriyeyê ye lê ji ber şerê DAIŞê û aloziyên navçeyê, ji sala 2014an ve li pêşiya tevgera bazirganiyê girtî ye.