Îran: Şandina çekan red kir
Hewlêr (Rûdaw)- Hikûmeta Îranê şandina çek û alîkariyên aborî bo çekdarên Hûsî yên şîe re dike.
Berdevka Wezareta Derve ya Îranê Mirziye Afxam îro di daxuyaniyekê de ragihand: “Me çek û alîkariyên aborî neşandine Yemenê. Ev îdia cihê destdêwerdana leşkerê di Yemenê de nagirin. Ew gotin derew in.”
Roja yekşemê, Wezîrê Veguhestinê yê Îranê Bedir Basilme ji rojnameya Ukazê ya Erebistana Siûdiyê re ragihand: “Îran bi rêya balafiran re, çek û teqemenî ji çekdarên Hûsî re şandine, ew jî li gorî rêkeftina deryayî ya di navbera Îran û Hûsiyan de.”
Lê Mirziye Afxam ew yek red kir û ragihand: “Rêkeftina geştên asmanî di navbera herdu welatan de, tenê di warê medenî û bazirganî de ye.”
Afxam wiha got: “Me alîkariyên pijîşkî şandine balafirgeha Sanayê û Heyva Sor a Yemenî wergirtiye, ji ber ku welatê me amade ye ku alîkariya xelkên sivîl bike.”
Ji aliyekî din ve, wezîrekî Yemenê ragihand ku, her roj 2 geştan bo Sanayê pêk tîne, da ku dorpêça li ser Hûsiyan kêm bibe.