Li başûrê Libnanê 4 leşkerên Îsraîlê hatin kuştin

Hewlêr (Rûdaw) - Artêşa Îsraîlê ragihand ku li başûrê Libnanê di pevçûnên bi Hizbulahê re de 4 leşkerên wan hatine kuştin û 3 jî birîndar bûne.

Artêşa Îsraîlê li ser mijarê daxuyaniyeke nivîskî da.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku li başûrê Libnanê di pevçûnên bi Hizbulahê re de 4 leşkerên wan hatine kuştin.

Her wiha hat gotin ku 3 leşker jî birîndar bûne û birînên yekî ji wan dijwar in.

Kanal 12a Îsraîlê jî agahî da ku ev pevçûn di mesafeyeke nêzîk de pêk hatine.

Bi vî awayî hejmara leşkerên Îsraîlê yên ku li Libnanê di pevçûnên bi Hizbulahê re de hatine kuştin derket 10an.