Netanyahu: Armanca şer ne rûxandina rejîma Îranê ye

Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu diyar kir ku armanca şer ne rûxandina rejîma Îranê ye.

Serokwezîrê Îsraîlê ragihand ku wan di şerê niha yê li hemberî Îranê de zêdetirî nîvê armancên xwe pêk anîne.

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu di hevpeyvînekê li gel medyaya Amerîkayê de got:

"Me nîvê rêyê derbas kiriye, lê ez naxwazim ji bo bidawîhatina şer demjimêrekê deynim."

Serokwezîrê Îsraîlê zelal kir ku mebesta wî ji derbasbûna nîvê rêyê, "Bicihanîna erkên diyarkirî ye, ne derbasbûna demê."

Serokê Amerîkayê Donald Trump berê gotibû ku operasyon dê 4 heta 6 hefteyan biajo.

Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Marco Rubio doh ragihand ku şer tenê dê "çend hefteyên din" berdewam bike.

“Em dê bi erdê re bikin yek”

Serokwezîrê Îsraîlê amaje bi wê yekê kir ku yek ji destkeftiyên şer heta niha kuştina "bi hezaran" endamên Supaya Pasdaran a Îranê bûye û got:

"Em û Amerîka li ber sînorê nehiştina bi temamî ya pîşesaziya çekên wan in.

Em dê hemû navendên pîşesaziyê, kargeh û bernameya atomê bi erdê re bikin yek."

“Ev rejîm dê ji navxwe ve birûxe”

Netanyahu geşbîniya xwe nîşan da ku rejîma Komara Îslamî di paşerojê de "dê birûxe" û anî zimên:

"Baweriya min ew e ku ev rejîm dê ji navxwe ve birûxe lê niha ya ku em dikin, qelskirina şiyana leşkerî, mûşekî, atomî û qelskirina wan a ji navxwe ye."

Serokwezîrê Îsraîlê ducare kir ku her çend rûxandina "rejîmê" ne armanca şer be jî ew encameke pêşbînîkirî ya wan zextên leşkerî ye.