Netanyahu: Nîvê artêşa nû ya Sûriyeyê cîhadî ne

Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu diyar kir ku divê derfet bidin Hikûmeta Veguhêz a Sûriyeyê ya bi serokatiya Ehmed Şer lê dilgiraniya xwe ya li ser pêkhateya artêşa nû ya wî welatî jî anî zimên û got, "Nîvê artêşa wan cîhadî ne."

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu 30ê Kanûna Pêşîn a 2025an, di hevpeyvîneke li gel medyaya Amerîkayê de pirsa "Gelo Trump dê derfetê bide Ehmed Şer?" bersivand.

Netanyahu di bersivê de got, "Ez bawer dikim ku ew (Trump) dixwaze derfetekê bide wî (Ehmed Şer), wekî ku em jî dixwazin."

"Nîvê artêşê cîhadî ne"

Serokwezîrê Îsraîlê behsa salvegera yekemîn a damezirandina desthilata nû ya li Şamê kir û got:

"Me salvegera yekemîn a vê hikûmeta nû dît ku meşek û nimayişeke leşkerî li dar xistin. Mixabin nîvê artêşa wan cîhadî ne."

Li gel van dilgiraniyan jî Netanyahu wiha axivî:

"Em dixwazin bizanin bê ma em dikarin pêwendiyeke cuda pê re deynin.

Diyaloga me heye, tiştekî ku me qet bi rejîma Esed re nekiriye. Ez hêvîdar im ku ev yek ber bi paşerojeke aştiyane ve biçe."

Trump: Tu nikarî melekekî bînî

Serokê Amerîkayê Donald Trump 29ê Kanûna Pêşîn a 2025an li eyaleta Floridayê pêşwaziyaSerokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu kiribû.

Trump di konferanseke rojnamegeriyê ya hevpar de li ser Sûriyeyê ragihandibû, ew hêvîdar e ku Netanyahu "bi Sûriyeyê re li hev bike, ji ber ku serokê nû yê Sûriyeyê gelekî bi cidî hewl dide da ku karekî baş bike."

Serokê Amerîkayê li ser Ehmed Şer gotibû:

"Ez dizanim kesekî dijwar e û hûn dizanin, tu nikarî melekekî (kesekî bêguneh) bînî da ku serokatiya Sûriyeyê bike."

Piştî rûxîna desthilata Esed, Îsraîlê operasyonên xwe yên leşkerî li nav Sûriyeyê zêde kirin.

Operasyonan piranî binesaziya leşkerî ya wî welatî kir armanc, di nav de balafirgehên sereke, sîstemên parastina asmanî, navendên fermandariyê û dam dezgehên din ên stratejîk.

Li gorî amareke hûrgilî ya Projeya Daneyên Cih û Bûyerên Pevçûnên Çekdarî (ACLED), par Îsraîlê zêdetirî 600 êrişên asmanî li ser Sûriyeyê pêk anîne.

Piraniya êrişên Îsraîlê li parêzgehên Quneytre, Dera û Şamê hatine kirin.