Îranê nehişt li Tehranê çalakî bo Efrînê bê kirin

Navenda Nûçeyan - Komîteya ewlekariya bajarê Tehranê, daxwaza hejmarek parlamenterên berê yên parlamentoya Îranê, çalakvanên sivîl û parêzerên Kurd a ji bo şermezarkirina êrişên artêşa Tirkiyê bo ser Efrînê, red kir. 


Hejmarek parlamenterên berê yên parlamentoya Îranê, çalakvanên sivîl û parêzerên Kurd dixwestin li ber avahiya Netewên Yekbûyî li Tehranê çalakiyekê saz bikin, lê Komîteya Ewlekariya bajarê Tehranê daxwaza qebûl nekir.


Piştî ku daxwaza çalakvanên Kurd hat redkirin, dîsan tekez kirin ku ew dê daxwazên xwe bigihînin Netewên Yekbûyî. 


Roja Yekşemê (25.01.2018) jî hejmarek çalakvanên Kurd, nameyek pêşkêşî Wezareta Navxwe ya Îranê û qeymeqamê Tehranê kiribûn û têde daxwaz kiribûn rê bidin wan daku îro (Pêncşem) li ber avahiya Neteweyên Yekbûyî xwepêşandanekê dijî êrîşên artêşa Tirkiyê bo ser Efrînê bikin.