Li Îranê erd hejiya
Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Aselûyeyê ya parêzgeha Bûşehrê ya li başûrê Îranê, demjimêr 08:41ê erdhejek bi hêza 5,2 pileyan çêbû.
Li gorî daxuyaniya Navenda Sîsmolojiyê ya Zanîngeha Tehranê, navenda erdhejê navçeya Aselûyeyê ya parêzgeha Bûşehrê ye û demjimêr 08:41ê hatiye tomarkirin.
Kûrahiya erdhejê
Hat ragihandin ku kûrahiya erdhejê 18 kîlometre ye.
Heta niha derbarê hebûn an nebûna ziyanên canî de ti daxuyanî nehatiye dayîn.