Îran: Em dê artêşên Ewropayê wekî terorîst pênase bikin

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Parlementoya Îranê Mihemed Baqir Qalîbaf got, “Em dê artêşên Ewropayê wekî terorîst pênase bikin.”

Mihemed Baqir Qalîbaf pêngava Ewropayê ya li dijî Supaya Pasdaran wekî "peyrewiya Amerîkayê" bi nav kir û got:

"Li gorî yasayê, artêşên welatên Ewropayê wekî terorîst tên qebûlkirin û encamên vê yekê di stûyê wan de ne."

Li gorî nûçeya MEHRê, Mihemed Baqir Qalîbaf di rûniştina îro ya Parlementoya Îranê de axivî û bertek nîşanî hewldanên Yekîtiya Ewropayê da ku dixwazin Supaya Pasdaran bixin lîsteya terorê.

"Fermana Amerîka û Îsraîlê ye"

Qalîbaf ew pêngava Yekîtiya Ewropayê wekî "neberpirsiyarane" bi nav kir û got:

"Ev pêngav bi peyrewiya fermanên Serokê Amerîkayê û serokên rejîma Siyonîst hatiye avêtin û lez daye pêvajoya bêgirîngîbûna Ewropayê di nîzama paşerojê ya cîhanê de."

Serokê Parlementoya Îranê diyar kir ku Supaya Pasdaran bi piştevaniya gelê Îranê roj bi roj bihêztir dibe û got:

"Supaya Pasdaran canfidayê Îran û Şoreşa Îslamî ye û dijminatiya alîgirên terorîzmê yên li cîhanê, dê ji hêza vê 'dara pîroz' piçekî jî kêm neke."

Gefa bersivdana bi "yasaya berdêl"

Qalîbaf her wiha gefa bersivdanê li welatên Ewropayê xwar û diyar kir ku eger Supaya Pasdaran bixin lîsteya terorê, ew jî dê heman tiştî bikin û got:

"Her li vir radigihînim ku li gorî benda heftem a 'Yasaya Pêngava Berdêl (muqabîl)', li hemberî ragihandina Supaya Pasdaran wekî rêxistineke terorîstî, artêşên welatên Ewropayê wekî komên terorîstî tên hejmartin û encamên vê pêngavê di stûyê Yekîtiya Ewropayê de ne."