Di destûra Îranê de kuştina rêber nehatiye pêşbînîkirin: Rêber çawa tê diyarkirin?
Hewlêr (Rûdaw) - Di destûra Îranê de kuştina rêber nehatiye pêşbînîkirin.
Li gorî xala 107an a destûra Komara Îslamî ya Îranê, rêberê Komara Îslamî ya Îranê ji aliyê "Civata Pisporên Rêberiyê" (Meclîsa Xubreyan) ya wî welatî ve tê destnîşankirin û her ew civat dikare wî ji kar dûr bixe.
Divê ew kesê dibe rêber, ji sisêyan diduyê (2/3) dengên endamên wê civatê bistîne.
Civata Pisporên Rêberiyê ya Îranê ji 88 kesan pêk tê.
Hemû endamên civatê kesên olî ne û li ser navê nûnertiya parêzgehan hatine hilbijartin.
Her parêzgehek li gorî hejmara rûniştvanên xwe, xwediyê kursiyekî yan zêdetir e.
Parêzgeha Tehranê bi 16 kursiyan, Xorasana Rezewî û Xuzistan bi 6 kursiyan û Îsfehan, Azerbeycana Rojhilat û Fars bi 5 kursiyan, di civatê de xwediyê herî zêde kursiyan in.
Ew kesên dibin endamên Civata Pisporên Rêberiyê, divê şiyana wan ji aliyê "Civata Parastina Destûrê" ve bê pesendkirin.
Nîvê endamên Civata Parastina Destûrê û serokê wê civatê jî ji aliyê rêberê Komara Îslamî ya Îranê ve têne danîn.
Desthilatên herî girîng ên rêberê Komara Îslamî ya Îranê
Li gorî destûra Îranê, rêber kesê yekem ê siyasî û îdarî yê Îranê ye û desthilata wî ya herî zêde heye.
Li gorî xala 110an a destûra Îranê, desthilatên wî yên herî girîng ev in:
• Siyasetên giştî yên Îranê yên navxweyî û derveyî datîne û çavdêriya pêkanîna wan dike.
• Fermandarê giştî yê hêzên çekdar ên Îranê ye.
• Desthilata biryardanê li ser encamdana referandûmê heye.
• Desthilata ragihandina şer û agirbestê heye.
• Desthilatên yasadanîn, bicihanîn û dadweriyê di bin kontrola rêber de ne.
• Pirsgirêk û nakokiyên di navbera desthilatên bicihanîn, yasadanîn û dadweriyê de çareser dike.
• Fermana destbikarhûna serokkomar derdixe û dikare wî ji kar dûr bixe.
• Serokê desthilata dadweriyê destnîşan dike.
• Desthilata diyarkirin û dûrxistina hemû fermandarên leşkerî heye.
• Nîvê endamên Civata Parastina Destûrê ya Îranê destnîşan dike.
• Serokê saziya radyo û televizyonê destnîşan dike.
• Serok û endamên Civata Diyarkirina Berjewendiyên Sîstemê diyar dike.
• Berpirsên saziyên weqf, hec û ziyaret, çand û saziya şehîd û kêmendaman datîne.
• Serok û birêvebirên 16 sazî û navendên olî, aborî û çandî datîne.
• Desthilata wî ya tam li ser beşên sereke yên aboriyê heye.
• Dikare ji bo girtiyan biryara lêborîna (efû) giştî derxe.
Taybetiyên rêber
Di xala 109an a destûra Komara Îslamî ya Îranê de sê şert û taybetiyên sereke ji bo rêber hatine diyarkirin:
• Divê pisporiya wî ya olî ya pêwîst di hemû warên fiqihê de hebe.
• Divê xwedî dadperwerî û baweriya pêwîst be bo rêberiya umeta îslamî.
• Divê şiyana birêvebirin û çareserkirina pirsgirêkan hebe û di mijarên siyasî û civakî de pispor be.
Di xala 111an a destûra Îranê de hatiye diyarkirin ku her dema rêber nekaribe erkên xwe bi cih bîne an şertên rêberiyê tê de nemînin, ji kar tê dûrxistin.
Di wê xala destûrî de "kuştina" rêber (suîqest) nehatiye pêşbînîkirin lê hatiye gotin ku di dema wefatkirin an îstifakirina rêber de, divê Civata Pisporên Rêberiyê di dema herî zû de rêberê nû hilbijêre.
Li gorî wê xala yasayî, heta ku rêberê nû tê hilbijartin, civateke ku ji serokkomar, serokê desthilata dadweriyê û yek ji pisporên fiqihê yên Civata Parastina Destûrê (ku ji aliyê Civata Pisporên Rêberiyê ve tê diyarkirin) pêk tê, hemû erkên rêber bi rê ve dibe.