Îranê bi mûşekên balîstîk êrişî keştiya Abraham Lincolnê kir

Hewlêr (Rûdaw) - Supaya Pasdaran a Îranê ragihand ku wan di çarçoveya operasyona "Soza Rast 4"an de, bi 4 mûşakan balîstîk êrişî keştiya balafirhilgir a artêşa Amerîkayê "Abraham Lincoln" kiriye.

Pêwendiyên Giştî yên Supaya Pasdaran a Îranê îro daxuyaniya hejmar 7 a operasyona "Soza Rast 4"an belav kir.

Li gorî daxuyaniyê, di berdewamiya êrişên Hêzên Çekdar ên Îranê yên li dijî Amerîka û Îsraîlê de, bi 4 mûşekên balîstîk êrişî keştiya balafirhilgir a artêşa Amerîkayê "Abraham Lincoln" kiriye.

"Erd û derya dê bibin goristan"

Di daxuyaniya Supaya Pasdaran de wiha hat gotin:

"Lêdanên bihêz ên Hêzên Çekdar ên Komara Îslamî yên li laşê westiyayî yê leşkerî yê dijmin, derbasî qonaxeke nû bûye.

Erd û derya dê ji berê zêdetir bibin goristana destdirêjkerên terorîst."

Supaya Pasdaran herwiha amaje bi wê yekê kir ku ew dê di demjimêrên pêş de li ser vê êrişê zanyariyên zêdetir û hûrgiliyên nû belav bikin.

Amerîkayê heta niha derbarê keştiya xwe ya ti daxuyanî nedane.